Îşxalkerên siyonîst zarokekî 3 salî destser kirin

Şebeka terorê îşxalkerên siyonîst li bajêra el-Xelîla Şerîaya Xerbê zarokekî 3 salî yê bi navê Kerem Mesude desteser kirin.

Her ku diçe şebekeya terorê siyonîstên îşxalker tesîra zilma xwe li ser axên Filistînê zêdetir dike. Herî dawî sîyonîstên îşxalker li bajêra el-Xelîla Şerîaya Xerbê zarokekî 3 salî yê bi navê Kerem Mesude li ber devê derîyê mala wî desteser kirin.

Di dîmenên ku ji teref aktîvîstekî ve hatine kişandin de tê dîtin çeteyên îşxalker li bajêra el-Xelîla Şerîaya Xerbê zarokekî 3 salî yê bi navê Kerem Mesude li ber devê derîyê mala wî bi îddîaya ku li ser xwe “kêrê” digerîne desteser dikin. Bav û kekê lawikê 3 salî yê ku ji teref sîyonîstan ve tê desteserkirin hewil didin ku Kerem ji nav destên siyonîstên îşxalker rizgar bikin û di talîyê de Kerem tê rizgarkirin.

Malbata Mesvede diyar dike li bajêra el-Xelîl tim û tim zilmên wisa ji teref sîyonîstan ve li wan tên kirin.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin