ÎTTÎHADUL ULEMA bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir

Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir, di peyama ku belav kir de bal li ser rewşa li Xezzeyê û alema Îslamê ku di nav de ne kişand.

Di peyema ÎTTÎHADUL ULEMAyê de weha hat îfadekirin:

“Ji Rebbê me yê ku di meha Remezanê de îmkana rojîgirtinê û nimêjan da me û bi vê şeklê me ji gunehên me paqij kir û di encamê de jî me ji rojên kêfê yanê rojên Eydê re gihandîye hemd û şikir be.

Rojên eydê nîmetên ku Xwedê dane me ne. Dema ku em eydan di vê şiûrê de derbas bikin ev jî ji bo me îbadetekî ye. Em ji Xwedayê xwe dixwazin ku bila me ji wan însanên ku ji bereket û menewîyeta meha Remezanê îstîfade kirine bike û vê eyda ku diyarîya vê meha bimbarek e ji me re bike wesîleya mexfîretê.

Em wek ummetî di van rojan de hem di nav xemgînî hem jî di nav kêfxweşîyê de ne. Li alîyekî Xezze li alîyekî dinê jî welatên Îslamê xemgîn in. Li alîyekî jî eyda ku Xwedê daye me kêfxweş in. ‘Ji wan re bibêje, (Ger ku kêfxweş bibin) bi rehmet û litfa Xwedê, erê bi vêya kêfxweş bibin.’

Em wek ÎTTÎHADUL ULEMA, Eyda we ya Remezana bimbarek pîroz dikin, daxwazîya me ev e ku bila ev Eyd ji alema Îslamê û gelê me re hizûr, kêfxweşî û zeferê bîne. Eyda we bimbarek be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno