ÎTTÎHADUL ULEMA bi minasebeta Îda Remezanê peyam belav kir

ÎTTÎHADUL ULEMA, di peyama xwe ya ku bi minasebeta Îda Remezanê belav kir de, Îda hemû xelkê Xezzeya mezlum û Misilmanan pîroz kir.

Yekîtîya Medreseyan û Aliman, bi wesîleya Îda Remezanê ku ew ê sibe bê îdreqkirin peyamek belav kir.

Di peyamê de weha hat gotin:

“Dînê Îslamê bi navê xurtkirina piştgirîya civakî, ji kesên ku rewşa wan a maddî musaîd be di meha Remezanê de ji bo serê her merivekî ji malbatê dixwaze ku fitrê bidin kesên hewcedar.

Bi vê wesîleyê ji bo ku Misilman jî kêfxweş bin, bi zarokên xwe re rojeke xweş derbas bikin em careke din bi bîr tînin ku miheqqeq em ê fitrên xwe berîya nimêja îdê bighêjînin xwedîyê wan û wezîfeya xwe pêk bînin.

Em wek ÎTÎHHADUL ULEMAyê cejna we ya Remezanê pîroz dikin, em ji Rebbê xwe hêvî dikin ku ev cejn ji serî ve ji bo xelkê Xezzeyê ya mezlum û alema Îslamê tevahî hem ji bo we xelkê me jî bi rêz hizûr, şadî û serketinê bîne. Cejna me pîroz be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê