Yekîtîya Alim û Medreseyan (ITTIHADUL ULEMA) derbarê şerê navxweyî yê li Sûdanê û qirkirina siyonîst a li Xezzeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hebûn: "Wekî li gelek deverên cîhana Îslamî, Misilmanên bindest ên li Sûdanê jî bûne hedefa zilm, pevçûn û birçîbûnê."
Yekîtiyê tekez kir ku êşa li Xezzeyê û Sûdanê ji heman çavkaniyê tê xwarin û got, "Li aliyekî xwişk û birayên me yên li Xezzeyê ku hewl didin di bin siya bombeyan de bi birçîbûnê bijîn, û li aliyê din jî gelê bindest ê Sûdanê ku di nav şer û birçîbûnê de ji bo hebûnê têdikoşe... Heman qîrîn li her du herêman jî bilind dibe."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destwerdanên emperyalîst û polîtîkayên nemirovane yên Rojava yên ku Ummetê hedef digirin, bûne sedema hilweşîneke mayînde û hat gotin, "Lîstikên emperyalîzmê û qetlîamên Rojava, ku bi salan e di nav Ummetê de hene, birînên kûr di dilê me hemûyan de diafirînin."
Yekîtîyê hêvîya xwe anî ziman ku gelê Misilman dê bi sebir û duayê ji van ceribandinên dijwar derbas bibe û ev daxuyanî da:
"Di van rojên dijwar de, em bi xemgînî ceribandinên ku gelê Sûdan û Xezzeyê pê re rû bi rû dimînin dişopînin. Em ji Rebbê xwe lava dikin ku vî agirê nakokiyê, ku bi xwîna mezlûman hatiye çêkirin, vemirîne. Em ji Xwedayê Teala lava dikin ku hêza bidawîanîna zilmê li alema Îslamê bide me." (ÎLKHA)