ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji bo bernameya Mewlûdê daxuyanîya piştgirîyê da

ÎTTÎHADUL ULEMA ji bo bernameya Mewlada Nebî ya ku roja Yekşemê li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin daxuyanî da û hemû gelê Diyarbekirê vexwend bernameyê.

Weqfa Evîndarên Pêxember jî wek her sal 20ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 13:30 de li qada Parka Newrozê ya Dîyarbekirê bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” çalakiya Mewlûda Nebî li dar dixe.

Yekitiya Alim û Medreseyan (ÎTTIHADUL ULEMA) ku ji bo bernameya ku dawîya hefteyê bê lidarxistin daxuyanî da, di serî de endamên xwe hemû gelê Dîyarbekirê dawetî bernameyê kir.

Daxuyanîya piştgiriyê ya bernameyê li Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji teref Endamê Desteya Rêveber a ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Remzî Uçar ve hat xwendin.

Molla Uçarê ku bi dua û silavên ji bo Pêxemberê me Hezretî Muhammed eleyhîsselam dest pê kir û weha got: "Di çarçoveya mewlûdên ku di meha Nîsanê de tên lidarxistin de em wek ÎTTÎHADUL ULEMA ji bernameya Mewlûda Nebî ya bi temaya ‘Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed’ tê tertîpkirin re piştgiriyê didin.”

Uçarê ku bang li hemû kesên hezkirîyên Pêxember kir ku beşdarî bernameyê bibin û weha got: "Em balê dikişînin ser girîngiya tevlibûna bernameyên wiha yên ku bi bawerîya me di fehmkirin û jiyîna Sunneta Wî de îfade bi kar anî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar