Partiya ‘Edalet û Azadiyê, li hember tehdîde Konseya ‘Eskerî ku ewê meclîsê fesx bikin beyan kir ku heger lazim wê demê emê ji nûve şoreşê bikin.
Konseya ‘Eskerî a Mezin li Misirê, ji Partiya ‘Edalet û Azadî a Îxwan-ul Muslimîn ku dixwaze teklîfa gensoru bide tehdîd kir û go: “Heger hûn hikûmeta Genzûrî bixînin emê ji bi hinceta ku ev meclîs muxalifê qanûnê ye meclîsê fesx bikin.”
Partiya Azadî û ‘Edaletê li ser vê tehdîda Konseya ‘Eskerî beyanatek kir û go: “Heger lazim be emê wê demê ji nûve şoreşê bikin.”
Di beyanatê de hat diyar kirin ku Teşkîlata Îxwan-ul Muslimîn heya îro di pêvajoya derbasiya welat de bi î’tîdal hereket kiriye û Teşkîlat bawer dike ku divê Konseya ‘Eskerî selahiyetên di destê xwe de dewr bike.
Di beyanatê de dîsa hat diyar kirin ku : “Hikûmeta Ganzûrî serneketiye û ji bo îstîfa bike gelek sebeb hene. Ze’fiyeta di hadîsa êrîşên li Stadyûma Port Saîd bi xwe bese e ku hikûmeta Ganzurî îstîfa bike.”
Di dawiya beyanatê de hat gotin: “Hinek ji bo rejima berê ji nûve sağ bibe dixebitin. Îxwan-ul Muslimîn ji bo şoreşeke nû amade ye û Allah Te’ala Misirê ji fîtnê biparêze û gel bighîne azadiya wê. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)