Jetên Tirkîye wesaîtên ketin deverê bombebaran kir

Hat ragihandin ku piştî yekîneyên Esad ketin devera Efrînê, ji teref jetên Tirkîye yên herbê dever hat bombebaran kirin.

Piştî yekîneyên Esed yên ku ji Helebê xwe berdan Efrînê ji teref jeten Tiryê yên herbê ew dever hat bombebarankirin.

Li gor xeberên ajansa Reûtersê spart medyaya Hîzbûllahê Lubnanê û wek acîl servîs kir, yekîneyên girêdaye bi rejîma Esad ve ji Helebê xwe berdan Efrînê.

Li gor daxuyanîyên ajansa Associated Pressê spart televzyona dewletê ya Sûrî, jetên Tirkîye devera ku wesaîtên bi çek yên alîgirên Esad lê bû hat bombebaran kirin.

Televîzyona Dewletê ya Sûrî îdîa kir ku jetên Tirkîye devera wesaîtên alîgirên Esad lê bû bombebaran kir. Televîzyona ku ji deverê weşana zindî dikir îfade kir ku “TSKyê dever ji hewa ve bombebaran kir”. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin