Ji 3 şaredarîyan re qeyûm hat avêtin

Ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê re û ji şaredarîyên Êlih û Xelfetîyê re qeyûm hatin avêtin.

Wezareta Karên Hindir diyar kir ku ji cîhê Serokê Şaredarîya Mêrdînê Ahmet Turk re Walîyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun wek Wekîlê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, wek qeyûm hat avêtin.

Ji cîhê Seroka Şaredarîya Êlihê Gulîstan Sonuk re Walîyê Êlihê Ekrem Canalp wek Wekîlê Serokê Şaredarîya Êlihê, wek qeyûm hat avêtin.

Ji cîhê Serokê Şaredarîya Xelfetî Mehmet Karayilan re jî Qeymeqamê Xelfetîyê Hakan Başoglu ji teref Walîtîyê Rihayê ve wek Wekîlê Serokê Şaredarîya Xelfetîyê, wek qeyûm hat wezîfedarkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin