Karwanê Filistinê ku ji bajêrê Srebrenitsa yê Bosna Hersekê bi rê ket û di ser welatên cuda yên Ewropayê re gihîşt Tirkiyeyê, ji bo bala raya giştî bikişîne ser tiştên ku li Xezeyê diqewimin, piştgiriyê bide gelê Filistinê û peyamê bide raya giştî ya cîhanê, rêwîtiya xwe berdewam dike.
Aktivîstên ku ji Fransa, Malezya û Îtalyayê tevlî karwanê bûn, di bernameya li Amedê hatî çêkirin de ji mikrofona İLKHAyê re axivîn û geşedanên li Xazeyê nirxandin.
Aktivîsta Fransî Oda:
"Dilê min ji bo Filistinê, ji bo van hemû zarokan disoje"
Aktivîsta Fransî ku ji Parîsê gihîşt Srebrenitsayê û ji vir jî hat Tirkiyeyê û xwe wek Oda da nasîn, diyar kir ku sedema tevlîbûna wê ya Karwanê Filistinê piştgirîdana zarokên li Xezeyê ye.
Oda ya ku got, "Dilê min ji bo Filistinê, ji bo van hemû zarokan disoje", êş û xemgîniya xwe ya ji ber tiştên ku li Xezeyê diqewimin anî ziman û teqez kir ku ew li hemberî bombekirina zarok û sivîlan in.
Oda ya ku bertek nîşanî bêdengiya rêberên cîhanê da, got: "Em amade ne ku ji bo wan jiyana xwe feda bikin. Ji ber ku rêberên cîhanê vê yekê nakin."
Oda bal kişand ser tiştên ku Filistinî bi salan e dijîn û destnîşan kir ku ji sala 1948an vir ve rêberên cîhanê piştgirî nedane Filistinîyan. Oda rexne li welatên rojavayî jî girtin û diyar kir ku ew rêberên ku li hemberî van bûyeran bêdeng dimînin qebûl nake û ew ê li ser têkoşîna xwe berdewam bikin.
Oda da zanîn ku "Ger em piştî ev karwanî nekaribin pêşiya bûyeran bigirin, dê karwanên din jî hebin" û destnîşan kir ku ew ê ji bo Filistinî û gelên din ên bindest çalakiyên nû pêk bînin.
Aktivîstê Malezyayî Raali Awang Abdullah:
"Hişyar bibin û piştgiriyê bidin Filistinîyan"
Raali Awang Abdullah ê ku ji Malezyayê tevlî karwanê bûye, diyar kir ku ji bo piştgirîdana Filistinîyan rêyeke dirêj birîne.
Abdullah ê ku got ew ji bo armancekê û armanceke tekane tevlî karwanê bûne, ev ifade bi kar anîn: "Heta ku Filistinî ji maf û rûmeta xwe bêpar werin hiştin, divê em ji bo azadiya wan bi hev re rawestin."
Abdullah destnîşan kir ku rewşa li Xezeyê her ku diçe xirabtir dibe û berê xwe da raya giştî ya cîhanê û got: "Em nikarin tenê li rawestin û li vê tiştê binêrin. Piştevanî tenê peyvek nîn e; piştevanî ketina nava tevgerê ye. Ez bang li cîhanê dikim: Ji kerema xwe hişyar bibin û piştgiriyê bidin Filistinîyan."
Abdullah teqez kir ku divê mirovên li Xezeyê dijîn neyên jibîrkirin û got: "Ew êşê dikişînin. Ew li hemberî qira gelêrî (soykırım) mane."
Abdullah bal kişand ser tiştên ku li Şerîada Rojava û Xezeyê diqewimin û diyar kir ku ji bo rawestandina kuştin û qirkirina gelan divê gelên cîhanê bikevin nava tevgerê û wiha axivî: "Divê Xeze azad bibe. Divê Filistina di bin dagirkeriyê de ye azad bibe. Divê dagirkerî dawî bibe."
Aktivîsta Îtalî Carla Biavatti:
"Divê ev qîrîn li her derê bête bihîstin"
Derûnnas û aktivîsta li dijî tundiyê Carla Biavatti ya ku ji Îtalyayê tevlî Karwanê Filistinê bûye, diyar kir ku ew nêzî 20 salan e li Filistinê ye.
Biavatti ya ku destnîşan kir ew di çina zeytûnan de li Şerîada Rojava ligel cotkarên Filistinî ye, ifade kir ku ew di herêmên di bin kontrola leşkerî de ne, bi rêbazên sivîl û dûrî tundiyê hewl didin cotkarên Filistinî biparêzin.
Biavatti da zanîn ku rayedarên Ewropayî bi têra xwe alîkariya mirovên li Xeze û Şerîada Rojava nakin û tiştên li herêmê diqewimin wekî "kâbuseke rastîn" pênase kir.
Biavatti bal kişand ser tiştên ku li Beytullahm û Qudsê diqewimin jî û diyar kir ku sepandinên li hemberî Filistinîyan derî mirovahiyê ne.
Biavatti dilxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna Karwanê Filistinê anî ziman û teqez kir ku divê hêza gel bête nîşandan û ev ifade bi kar anîn: "Divê em hêza mirovên asayî yên di civakê de hîs bikin. Divê ev qîrîn li her derê bête bihîstin."