Ji ber barîna berfê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn

Ji ber berf û cemeda ku li gelek bajarên Tirkîyeyê tesîra xwe zêde kirîye li hinek bajar û navçeyan ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Ji teref walîtî û qeymeqamtîyan ve hatin daxuyandin ku li bajar û navçeyan perwerdehî ji bo rojekî hatine rawestandin.

Walîtîyên Rîze, Artvîn, Sînop, Trabzon, Semsûn, Ordû, Gîresûn, Sêrt, Tokat, Amasya, Zongildax û Bartinê daxuyandin ku ji ber berfa ku tesîra xwe hêj zêde dike di 25ê Sibatê roja Sêşemê de ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn.

Qeymeqamtîyên navçeya Înebolû, Devrekanî, Doganyurt, Kure, Agli, Hanonû, Bozkurt û Şenparaza Qastamonû, Kanî Reşa Çewlig, Bayramorena Çanqirî, Karasuya Seqeryayê, Îzmît, Başîskele û Karamûrsela Qocaelîyê û Eflana Karabûkê jî daxuyandin ku ji ber şert û mercên rewşa xerab a hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar