Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin

Hat ragihandin ku li Êlihê ji ber barîna baranê ya ku bandora xwe nîşan da, zevî bûne herrî û ev rewş bûye sedema astengkirina xebatên dermanreşandinê. Cotkar ji ber herriya zêde di ketina nav zeviyan de zehmetiyên mezin dikişînin.

Li Êlihê ji ber baranên dawî cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin.

Bûna herriya zeviyan, têkoşîna li dijî nexweşiya zingarê û giyayên biyanî zehmet dike; ev rewş dibe sedema lêçûnên zêde û rîska kêmkirina berhemê.

Serokê Komeleya Zahirefiroş û Danfiroşên Êlihê Halil Ay diyar kir ku baranên ku hefteyên dawî bandora xwe nîşan dane, li ser cotkaran hem bandorên erênî hem jî neyênî çêkirine.

Ay anî ziman ku baran bi giştî wekî bereketê ne, lê barîna zêde xebatên çandiniyê zehmet dike. Ay bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî nexweşiya pûkê dikare berhemê bi rengekî cidî kêm bike û tekez kir ku ji bo cotkaran pir girîng e ku li gorî şert û mercên hewayê dermanreşandinê bikin.

Serokê Komeleya Zexîrefiroş û hubûbatê Halil Ay

Ay got: “Beriya her tiştî barîn her deman cihê kêfxweşiyê ne; lê tevî ku dibin sedema kêfxweşiyê, hinek handîkapan (astengiyan) jî çêdikin. Ev rewş dibe sedem ku cotkarên me di serdemeke zehmet re derbas bibin. Ji ber barînên ku niha di ser normayên demsalê re ne, di dermanreşandinê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û ev jî lêçûnên ekstra derdixe holê.”

“Derbarê nexweşiya pûkê de rewşeke cidî heye”

Ay diyar kir ku divê bi taybetî li dijî nexweşiya pûkê (zingar) baldar bin û van îfadeyan bikar anî:

“Niha bi taybetî derbarê nexweşiya pûkê de xebateke cidî heye. Lê ji ber ku hundirê eraziyan herrî ye, di van xebatan de jî pirsgirêk tên jiyîn. Herî kêm heke erazi hinekî hişk biba, cotkarên me wê karibûna dermanreşandina pûk û giyayên biyanî bikira. Em hemû cotkarên xwe bi taybetî di xala pûkê de hişyar dikin; nexweşiya pûkê berhemê bi rengekî cidî kêm dike. Yanî berhem tenê bi baranê zêde nabe.”

“Di nîskê de em pirsgirêkeke cidî dijîn”

Ay diyar kir ku di hilberîna nîskê de jî pirsgirêk tên jiyîn û wiha got:

“Ji bilî vê, niha di nîskê de jî em pirsgirêkeke cidî dijîn. Giyayên biyanî zêde bûne. Ji ber ku nîsk barana zêde naxwaze, barîna zêde zirarê dide vê berhemê; ji ber vê yekê ji bo rekolteya nîskê fikarên me hene.”

“Ji bo genim û ceh dermanreşandin şert e”

Ay derbarê hilberîna genim û ceh de jî nirxandin kirin û diyar kir ku heke mudaxileyên rast werin kirin, ew li benda demsaleke bi berhem in:

“Ji bo genim û ceh jî heke dermanreşandin rast were kirin, em hêvî dikin ku em ê demsaleke xweş derbas bikin. Lê dermanreşandin şert e. Hinek cotkarên me bi drone dermanê direşînin lê drone nagihîje her derê; ji ber vê yekê ketina traktoran a nav erazî şert e.”

“Ji ber ku erazî herrî ne xebat asteng dibin”

Ay anî ziman ku xebatên dermanreşandinê bi zehmetî berdewam dikin û peyvên xwe wiha domandin:

“Her çend hinek cotkarên me dermanreşandin kiribe jî, piraniya wan niha ji ber herrîbûna erazî ne di wê rewşê de ne ku dermanreşandinê bikin. Herrî zêde zirarê dide erazî; heta çerxên traktorên gelek cotkarên me nîvî pê ve di nav herriyê de diçêlin, erazî heba dibe.”

Ay herî dawî daxwaza başbûna şert û mercên hewayê kir û wiha axivî:

“Heke sê-pênç rojan roj derketiba û baran nebarîba, ev dermanreşandin dê bi rengekî sererast bihata kirin. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de hewa baş bibe û em dermanreşandinê di zûtirîn dem de bikin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin
Meteorolojî ji bo 42 bajaran hişyariya zer da