Ji ber donera mirîşkan 648 kes bi jehrê ketin

Li navçeya Korfeza Qocaelîyê 648 kesên ku li dikanekî doner dihat firotin donera mirîşkan xwarin û bi gilîya bijehrêketinê çûn nexweşxaneyê.

Ji 648 kesên ku hatin tedawîkirin 646ê wan hatin tabûrcîkirin, lê hat hînbûn ku rewşa 2 kesan giran in.

Ji goşt nimûne hatin girtin û hat tespîtkirin ku doner ne li gorî Talîmatnameya Krîterên Mîkrobîyolojîk a Kodeksîya Xwarin a Tirk bûye.

Piştî bûyerê dikan morkirin, xwedîyê dikanê jî hat girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Qocaelîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li ser îxbara Midûrtîya Tenduristî ya Navçe ve ekîbên Midûrtîya Daristan û Çandinîyê ya Navçeya Korfezê çûn dikanê û dest bi tehqîqatê kirin.

Ji goştên ku li dikanêbûn nimûne hatin girtin, hat tespîtkirin ku doner ne li gorî Talîmatnameya Krîterên Mîkrobîyolojîk a Kodeksîya Xwarin a Tirk bûye.

Li gorî encama analîzan derheqê dikandar de ragihanîya sûcê hat kirin.

Hat destnîşankirin ku xwedîyên dikanê E.T. û K.Y. ji teref mehkemeya nobedar hatin girtin.

Walîtîya Qocaelîyê, midûrtîya tenduristî ya bajêr, midûrtîya bajêr a çandinîyê û midûrtîya ewlehî ya bajêr, diyar kirin ku ew ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket