Di wextên şeveqê de li Golyakaya navçeya Duzceyê li ser hevdû 3 caran erdhej çêbû. Ji ber erdhejên ku çêbûn li navçm mekteb hatin tatîlkirin.
Li gor daneyên Rasatxaneya Qandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî navenda erdhejê gundê bi navê Îçmeler e û derdora seat 08.50an de di mezinahîya 2.7an de erdhejek pêk hat.
Erdeheja duyemîn a ku navenda wê Golyaka bi xwe bû di seat 08.20an de pêk hat û mezinahîya wê 3.1 bû. Erdheja sêyemîn a ku navenda wê dîsa gundê Îçmeler bû di derdora seat 08.55an de pêk hat û mezinahîya wê jî 3.5 bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Duzcê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin ji ber erdhejan dê û bavên xwendekaran zarokên xwe ji mekteban girtine ku ji ber vê yekê nikare perwerdehîyeke bi sihhet bê dayî û mekteb hatine tatîlkirin.(ÎLKHA)