Ji ber ku mekteb nehat tesîskirin li mala şînê ketin Îmtîhana Sîyerê

Li Bidlîsê ji ber ku li hinek gundan bo Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin cî nehat tesîskirin kesên beşdarvan li mala şînê ketin îmtîhanê.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li 75 bajêran bi beşdarbûna 300 hezaran Îmtîhana Sîyerê ya bi navê “Wî bixwîne û wek Wî bijî” hat tertîpkirin.  Li Bidlîsa ku lê tev de 5 hezar û 230 kes beşdarî îmtîhanê bûn ji ber ku li hinek gundan bo Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin cî nehat tesîskirin kesên beşdarvan li mala şînê ketin îmtîhanê.

Berî îmtîhanê ji teref rayedaran ve ji Walîtîya Bidlîsê destûrên pêwîst hatin standin, lê dema ku rojek ji îmtîhanê re ma ji teref Walîtîya Bidlîsê ve ji rayedarên platformê re agahî hat dayîn ku ji bilî çend mekteban pê ve dê îmtîhan nikaribe bê kirin. Kesên beşdarvan ên ku ji rêyên dûr hatin îmtîhanê û bi meselê bihîstin bertek ji bûyerê re nîşan dan. Hinek ji van beşdarvanên ku nikaribûn li mekteba ku berî niha hatiye ayarkirin bikevin îmtîhanê bi hewildanên mezin berê xwe dan navendên din ên îmtîhanê û hinek ji wan jî li mala şînê ketin îmtîhanê.

Şênîyên  gundê Parsinka Bidlîsê ji ber ku  bo Îmtîhana SÎyerê re mekteb nehatiye tesîskirin ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin ev yedk nayê qebûlkirin û mala şînê ya gund şli gor îmtîhanê ayar kirin û li wê derê têketin îmtîhanê.

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”