Ji bo çotkaran dest bi dayîna 2 mîlyar lîreyî hat kirin

Di çarçoveya piştgirîkirina faliyetên çandinîyê de ji bo çotkaran dest bi dayîna 2 mîlyar lîreyî destekê hat kirin.

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba destnîlan kir ku dest bi dayîna hîbeyê ya 1,9 milyar lîreyî ya ji bo piştgirîkirina çotkaran hatîye kirin.

Dayîna pera ji bo; hilberînên çîçekên bibizi yên bi rûn, dan û zad, baqilan, çayê, garis û findeqan de tê kirin. Bi piştgirîkirina îro re ji sersalê heta niha li cotkaran 7,1 milyar lîre piştgirî tê kirin. Hikumet helw dide ku îsal 14,5 milyar lîreyî destekê bide çotkaran.

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Fakibaba bi beyanatek nivîskî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: “Ev piştgirîya em dikin, em ji bo çotkarîyê li ser piya bigrin em bi neqdî didin. Ji bilî vê yekê em ji bo cotkarên xwe di warê tapê de di warê avdayîn û di warê qredîyê de jî çi ji destê me te em dikin. Em wek hikumetê her tim li cem kesên faliyetên xurekê dikin û em di xizmeta cotkar û hilberînên xwe de ne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e