Ji bo Dîyarbekir û derdorê wê hişyariya barana zêde

Li gorî nirxandinên dawî yên servîsa meteorolojiyê, ji saetên êvarê û pê ve li Dîyarbekir û derdora wê baran û bahozên giran tê texmînkirin.

Tê pêşbînîkirin ku bi taybetî li navçeyên rojhilatê Diyarbekirê, li Karaz, Qulp, Farqînê, Bismil, Hezro û Licê, li navçeyên derdora Şirnexê (Guçlukonak, Cizîr, Silopiya, Qilabana, Beytûşşebap) û li Sêrtê jî baran bibare.

Ji welatiyan tê xwestin ku li deverên bilindahiya wan ji 1500 metreyan zêdetir baldar bin û li hember barîna berfê ya ku tê texmînkirin bi şiklê şilp û şiliyê be tedbîr bigirin. Daîreya Meteorolojiyê li hember şert û mercên xerab ên wekî lehiyê, birûsk, bagera li deverên bilind û astengiyên veguhastinê hişyarî da.

Rayedar ji welatiyan, bi taybetî ji wan kesên ku li deverên talûkeya bilind dijîn, şîret dikin ku heya ku bi tevahî ne hewce be, ji derketina derve dûr bisekinin û tedbîrên pêwîst bigirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin