Ji bo Fîlîstînê bernameyên “Di nimêja serê sibehê de dua” berdewam dikin

Bernameya di nimêja serê sibehê de duakirin yê ku HUDA PAR îlan kiribû bênavber didome.

Her roj di camîyekî de ji bo Fîlîstînê bernameya duayê tê lidarxistin, beşdarîya Dîyarbekirîyan jî bênavber berdewam dike.

Li alîyekî li Kayapinarê konekî hatîye vekirin û ew kon 24 seat vekirîye, li alîyekî jî her roj di camîyekî de di dema nimêja serê sibehê ji bo Fîlîstînê dua tê kirin.

Bernameya ku îro hat kirin di Camîya Hezretî Hesen de hat lidarxistin.

Dîyarbekirîyan bi azanê nimêja serê sibehê kirin, dûre jî ji bo birayên xwe yên Fîlîstînê nimêja cenaze ya xîyabî û duayê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate