Ji bo herêmê hişyariya barîna tozê

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo beşên rojhilat ên welat hişyariya herrefîna berfê û helandina berfê, ji bo Rojhilatê Deryaya Spî û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî hişyariya veguhastina tozê da.

Li gorî nirxandinên herî dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, beşên rojhilat ên welat dê pir ewrewî bin.

Li rojhilatê Deryaya Spî û li derdora Dîlok, Kîlîs, Riha, Sêrt û Şirnexê baran û şiliya gur tê payîn.

Li rojhilatê Anadoluyê û li derdora Dêrsimê barana bi berf û berf tê pêşbînîkirin. Li herêmên din hewa dê parçe ewrewî û kêm ewrewî be.

Hate ragihandin ku li herêma Deryaya Spî û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê veguhastina tozê (tozbarîn) tê hêvîkirin; li herêmên hundir û rojhilat jî divê welatî di saetên sibeh û şevê de li dijî qeşagirtin û cemidandinê baldar bin. Her wiha tê texmînkirin ku li beşên bakur û hundir pûs û cih cih mij dê were dîtin.

Li herêmên bilind ên hundirê Rojhilatê Deryaya Reş û li qadên xwar (bi meyl) ên Anadoluya Rojhilat ku xwedî qata berfê ya stûr in, rîska herrefîna berfê û helandina berfê heye.

Meteorolojiyê hişyarî da welatiyên li van herêman dijîn û rayedarên veguhastinê ku li hemberî van metirsiyan bi tedbîr bin.

Hate diyarkirin ku germahiya hewayê dê li dor normên demsalî be û ba dê bi gelemperî ji aliyê bakur ve sivik, carinan jî bi hêzeke navîn biweze.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin