Wezareta Karûbarên Derve ya Hollanda welatîyên xwe yên ku dê biçin Tirkîye, Rûsya, Çîn û Îranê li hember êrîşên sîber yên casûsîyê hişyar kir û xwest ku têlefon û kompîrurên xwe yên ku hindurê wan valaye bi xwere bibin van dewletan.
Serokwezîrê Hollanda Mark Rûtter piştî çû Çînê ji teref Wezareta Karûbarên Derve ya Hollanda ve ji bo kesên brokrat û xweyê şîrketên dê bi Rûtte re herin hişyarî hat kirin. Di hişyarîyê de hat îfade kirin ku îhtîmal heye ku agahîyên di cîhazên elektronîk û kompîturan de ye ji teref kesên sisiyan ve bê kopîkirin.
Ji ber vê yekê ji welatîyên dê seyehata van 4 dewleta bikin hat xwestin ku cîhazên xwe yên elektronîk ên vala bi xwe re bibin. Li hêla din di nameyê de cîh hat dayîn agahîyên dê li hember êrîşên sîberê bên girtin jî.
ÎLKHA