Ji bo xatirê paqijiyê tendurustiya xwe nexin rîskê: Bala xwe bidin kîmyasalên li malê

Paqijkerên ku li malan bi berfirehî tên bikaranîna her çend hîjyenê peyda bikin jî, hinek kîmyasalên di nav herika (naveroka) wan de dikarin ji rêyên bêhnstendinê bigirin heta tendurustiya çerm bibe sedema rîskên cihêreng.

Berhemên paqijiyê, her çend di peydakirina hîjyenê ya li mal û cîhên kar de xwedî roleke giring bin jî, hinek maddeyên kîmyasall ên di naveroka wan de dikarin bibin sedema bandorên neyînî li ser tendurustiya mirovan. Lêkolînên ku salên dawî de hatine kirin û hişyariyên saziyên tendurustiyê nîşan didin ku bi taybetî materyalên paqijiyê yên ku li qadên girtî bi giranî tên bikaranîna, dikarin li ser sîstema bêhnstendinê bandorên berçav ava bikin.

Li gorî pisporan; ava cilan, amonyak, dezenfektanên bihêz û berhemên ku pêkhateyên organîk ên firok (VOC) dihewînin, di nav maddeyên paqijiyê yên herî baldarî jê re hewce dike de cih digirin. Buhara van kîmyasallan dikare tevli hewayê bibe û di çav, poz û qirikê de bibe sedema xalîbûnê (tehrîş); herwisa rûbirûbûna ji bo demeke dirêj jî dikare rîska pirsgirêkên kronîk ên bêhnstendinê û reaksiyonên alerjîk di hinek kesan de zêde bike.

Pisporên tendurustiyê bi taybetî tekez dikin ku divê ew kesên nexweşiyên wan ên mîna astim, KOAH û nexweşiyên alerjîk ên rêyên bêhnstendinê hene, bêtir baldar bin. Bikaranîna pir caran ya maddeyên paqijiyê yên kîmyasall, dikare hesasiyeta di rêyên hewayê de zêde bike û bibe sedema nîşaneyên mîna bêntengî, kuxik û bêhnçikînê. Hinek lêkolîn balê dikişînin ser vê yekê ku di nav wan kesên ku bi pergalî rûbirûyî kîmyasallên giran ên paqijiyê dibin de, bi borîna demê re kêmbûna fonksiyonên pişikê dikare were dîtin.

Yek ji rîskên herî mezin jî tevlihevkirina berhemên paqijiyê yên cuda ye. Bi taybetî gaza kloramînê ya ku di encama anîna cem hev a ava çamaşiran û berhemên amonyak dihewînin de dertê holê, dikare bibe sedema pirsgirêkên tendurustiyê yên giran. Pispor hişyariyê didin ku ev gaz dikare di çavan de bibe sedema şewatê, kuxik, bêtengî, êşa sîngê û di qonaxên pêşveçûyî de jî zirarê bide pişikê. Bi heman şêwazî, tevlihevkirina ava çamaşiran a bi berhemên asît dihewînin re an jî bi sîrkê re, dibe sedema dertêholêbûna gaza klorê ya jehrîn.

Rêzika yekem ji bo paqijiyeke ewledar a li malan, wekî pabendbûna bi telîmatên bikaranînê yên ku li ser etîketên berheman cih digirin tê nîşandan. Tê pêşniyarkirin ku di dema paqijiyê de hawirdor baş were hewakirin, destkêş (eldiven) werin bikaranîn û berhem li cîhên ku zarok negihêjênê werin parastin. Pispor herwisa diyar dikin ku li şûna bikaranîna çend berheman di heman demê de, bi serê xwe û bi mîqdarên pêşniyarkirî sepandina her berhemê ewledartir e.

Ji bo kesên ku dixwazin barê kîmyasallan kêm bikin, alternatîfên xwezayî jî hene. Di paqijiya rojane de sabûn, karbonat, ava germ û sîrkeya ku bi şêwazekî guncav tê bikaranın, dikarin li ser gelek rûberan encamên bibandor bidin. Lê belê pispor bi bîr dixin ku berhemên xwezayî jî di her rewşê de şûna dezenfektanan nagirin û bi taybetî di hawirdorên ku rîska enfeksiyonê lê heye de, divê berhemên ku ji aliyê rênîşanderên tendurustiyê ve tên pêşniyarkirin werin tercîhkirin.

Nêrîna hevpar a pisporan di wê aliyê de ye ku berhemên paqijiyê bi tevahî ne zerardar in, lê belê bikaranîna bêhiş dikare rîskên giran ên tendurustiyê biafirîne. Rêya parastina hevsengiya di navbera hîjyen û tendurustiyê de jî di hilbijartina rast a berheman, hewakirina têrker û tu caran tevlihevkirina kîmyasallan a bi hev re re derbas dibe. Ji bo dabînkirina ewlehiya navmalî, tê tekezkirin ku divê xerîdar derbarê naveroka berheman de bêtir bihiş bin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kervanê Umudi ê Çoligî bi hazaran keyeyan rê goştê qurbanî viraşt
Qanûnek pêşkêşî Meclîsê hat kirin
Kesek mir 3 kes birîndar bûn
Li Rihayê fermanek giştî li dijî pirêzeyê hat dayîn
Li Sêwasê qeza çêbû: 3 mirî 2 birîndar