Di çarçoveya xebata ku li bin koordînasyona walîtiyan tê meşandin de, ji bo welatiyên ku destûra xwedîkirin û hilgirtina çekan di destê wan de heye bi rêya SMS û agahdarkirina nivîskî hişyarî têne şandin. Di hişyariyan de tê daxwazkirin ku çek bi taybetî bi awayekî ku zarok û kesên bêdestûr negehêjinê bêne muhafezakirin.
Di qonaxa yekem a sepandinê de li Elezîz, Manîsa, Gîresun, Muğla, Eredahan, Burdur û Mersînê ji bo têlefonên desta yên xwediyên ruhseta SMS hatin şandin. Li bajêrên din jî şandina peyamên agahdarkirinê yên mîna wan berdewam dike.
Di peyama Rêveberiya Emniyetê ya Parêzgeha Elezîzê de hat bibîranîn ku di çarçoveya Qanûna hejmar 2521ê de dayîn an jî bikaranîna tifîngên nêçîrê yên bêyî yîv û set ji bo kesên din qedexe ye.
Ji xwediyên ruhsetê hat daxwazkirin ku tifîngên xwe bi vala, şarjora wê cuda û li cihên kilîtkirî yên ku zarok û kesên bêdestûr nikarin bigehêjinê muhafaza bikin.
Di peyamên ku li Gîresunê hatine şandin de jî hat destnîşankirin ku muhafezekirina çekên bi ruhset bi awayekî ku zarok negehêjinê û nekarin bi kar bînin, dê bibe alîkar ji bo rêgirtina li ber rûdanên nedilxwaz.
Di karên ruhseta nû û nûkirinê de agahdarkirina nivîskî
Xebatên agahdarkirinê tenê bi SMSê nehatin sînordarkirin. Li Eskîşehir, Bursa, Afyonkarahîsar û Erzurumê ji welatiyên ku ji bo ruhsetên nû ya çekê an jî nûkirina ruhsetê serlêdan kirine re, derbarê muhafezakirina ewle ya çekan de agahdarkirina nivîskî hate destpêkirin.
Li gorî rapora ku ji aliyê Serokatiya Denetlemeya Ewlehiyê ve hat amadekirin, hat ragihandin ku sepandina SMS û agahdarkirina nivîskî li bajêrên din jî berdewam dike.
Bi vê xebatê tê armancankirin ku rê li ber ketina çekên bi ruhset û tifîngên nêçîrê yên bêyî yîv û set ketiya destê kesên bêdestûr, bi taybetî jî zarokan bê girtin û pêşiya qezayên muhtemel bê girtin.