Pencifîna herêma zik ku di demên sibehan de rasttir xuya dike û di nava rojê de hêdî hêdî stûr dibe, di wextê êvarê de jî vediguherî derketineke diyar a zik; di nav mijarên ku gelek kes mereq dikin de cih digire.
Diyetisyena Klînîkê Dyt. Ayşe Şura Korkmaz bal kişand ku ev guherîna diyar a di nava rojê de li herêma zik çêdibe her dem nayê wateya rûnborînê û anî ziman ku di binê vê pencifînê de gaz, naveroka rûviyan û guherînên di tevgerên rûviyan de dikarin hebin.
Korkmaz got: "Gava kesek sibehan şiyar dibe xwedî zikê rasttir e û di nava rojê de hêdî hêdî dinepixe û di demên êvarê de herêma zik bi rengekî diyar mezin dibe, ev tişt pirranî bi rûnborînê nayê ravekirin. Laş di nava çend saatan de bi vê pîvanê tevna rûnê çênake."
Korkmaz diyar kir ku di dîmena zik a ku di nava rojê de diguhere de sîstema herisînê dikare rolek giring bilîze û aktar kir ku nexasim encama fermentebûna hin xwarinan a di rûviyan de çêbûna gazê dikare zêde bibe. Her wiha tomarkir ku qebizbûn, sendroma rûviya aciz (IBS), hin întoleransên xwarinê û rewşên cuda yên ku bandorê li sîstema herisînê dikin jî dikarin bibin sedema nepixandinê û distansiyona abdominal (stûrbûna zik).
"Nabe ku her nepixandin bi sedemek tenê ve bê girêdan"
Korkmaz bal kişand ku nepixandin dikare ji kesekî heta kesekî din bi sedemên cuda derkeve holê û van îfadayen bi kar anî: "Di hin kesan de întoleransa laktozê ya bi berhemên şîr re têkildar e, di hin kesan de fruktoz an jî karbonhîdratên din ên ku dikarin ferment e bibin, di hin kesan de jî qebizbûn an jî IBS dikare di rêza pêşîn de be."
Korkmaz anî ziman ku di rûviya zirav de pirrbûna zêde ya bakteriyan (SIBO) jî di hin nexweşan de yek ji wan îhtîmalan e ku divê bê nirxandin; bal kişand ser vê yekê ku tenê nepixandina zik a ku di nava rojê de zêde dibe, bi tenê nabe sedem ku tespîta SIBOê bê danîn.
Demên nepixandinê û nîzama xwarinê giring e
Korkmaz destnîşan kir ku di fêmkirina sedema nepixandina zik de şopandina gilî û gazincên kesê xwedî giringî ye û got: "nepixandin kengî dest pê kir, piştî kîjan danên xwarinê zêde bû, adeta rûviyan, nîzama gaz û derketina derve... divê hûrgiliyên wiha werin nirxandin."
Di rewşa ku gilî bibin domdar an jî bi awayekî diyar zêde bibin de, anî ziman ku ji bo nirxandina sedema di binê wê de dîtina bijîşk giring e.
Korkmaz nirxandina xwe bi van gotinan re temam kir: "Her zikê ku mezin dibe rûnborîn nîne. Hinek caran dîmena zik a ku di nava rojê de diguhere, dikare bibe bersiva ku laşê we ji rewşeke re ya bi sîstema herisînê re têkildar e re dide."