Zava Orhan Kaplan, ji ber ku li hember komkujî û wêrankirina li Xezzeyê bêdeng nemînin, gaveke watedar avêtin. Zewaca nû zêrên xwe yên dawetê bexşandin Weqfa Êtîman da ku li ser sêwiyên li Xezzeyê werin belavkirin.
Orhan Kaplanê ku diyar kir ku wî û jina wî biryar dane ku zêrên daweta xwe bi rêya Weqfa Êtîman bişînin Xezzeyê, got ku armanca wan ew e ku her çend hindik be jî bi vî rengî piştgirî bidin Xezzeyê,.
"Me armanc kir ku her çend hindik be jî em piştgirîya sêwîyên li Xezzeyê bikin"
Orhan Kaplan diyar kir ku zilm û zordariya li Xezzeyê ne tenê bi du salên dawî ve sînordar e û got:
“Ev demek dirêj e li Xezzeyê komkujî pêk tên. Her çend pir caran tê gotin ku komkujiyek du salî ye jî, îşxalkerên hov demek pir dirêj e ku Xezzeyê zilm dikin. Em ji van komkujiyan ne xerîb in. Heta dema ku em biçûk bûn jî, malbata me ji me re qala zilma siyonîst dikir. Di du salên dawî de, Xezzeyê wêraniyeke hîn wêrankertir dîtiye. Her çend şerê li Xezzeyê niha rawestiyabe jî, wêraniya ku di du salên dawî de li wir hatiye kirin eşkere ye. Sê roj berê, ez jî zewicîm. Min û jina min biryarek hevbeş da ku em zêrên daweta xwe bînin û bi rêya Weqfa Êtîman bişînin Xezzeyê. Bi vî rengî, me zêrên xwe bexş kirin da ku alîkariya sêwîyên li Xezzeyê bikin, her çend tenê mîqdarek hindik be jî.”
Kaplan axavtina xwe weha dawî kir, "Em cotek nû zewicî ne. Dema ku min û jina min biryar da, ev ji hêla darayî ve herî zêde tiştê ku me dikarîbû bikin bû. Her çend em carinan bi çavkaniyên xwe alîkariyê dikin jî, em dizanin ku ew ê têrê neke. Ya girîng ew e ku welat û serokên dewletan li hember vê mijarê hesas bin." (ÎLKHA)