Piştî êrîşa çekdarî ya ku sibeya duh li dijî kargeha Serokê Odeya Cewherfiroş û Serafan a Diyarbakırê Özer Sanal hatibû kirin, esnafên Cewherfiroş hatin cem hev.
Sanal di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ber Odeya Cewherfiroş û Serafan a Diyarbakırê ya li navçeya navendî ya Kayapınarê hat organîzekirin de diyar kir ku êrîş ne tenê li dijî wî bixwe ye, di heman demê de aramî û ewlehiya hemû esnafên Cewherfiroş hedef girtiye.
Sanal ê ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, anî ziman ku ew ji ber êrîşê hatine cem hev û wiha got: "Ez vê êrîşê ne tenê wekî êrîşeke ku li dijî kesayetiya min hatibe kirin dibînim. Ez vê êrîşê wekî êrîşeke li dijî aramiya esnafên Diyarbakırê, ewlehiya civaka me ya Cewherfiroş û serafan û mafê wan ê xebatê dinirxînim."
Özer Sanal
Sanal ê ku diyar kir ku teseliya wî ya tenê ew e ku êrîş li dijî kargeha wî hatiye kirin ne li dijî esnafekî din, anî ziman ku dewlet ji kêliya yekem a bûyerê vir ve bi hemû saziyên xwe ve pêvajoyê ji nêz ve bişopîne. Sanal diyar kir ku bi xebatên hêzên ewlehiyê re ji bo tawanbar di demeke herî kurt de radestî edaletê bên kirin her cûre hewldan tê nîşandan.
"Ev êrîş guleyeke ku li dijî jîngeha aşitiyê ya Diyarbakırê hatî teqandin e"
Sanal teqez kir ku divê ev êrîş ne tenê wekî çalakiyeke ku li dijî kesayetiya wî an jî kargeha wî hatibe kirin bê dîtin û wiha got: "Ez vê êrîşa menfûr (kirêt) ya ku duh li dijî dikana min, kesayetiya min û hemû esnafên me yên zêrker hat kirin bi tundî şermezar dikim. Ez dixwazim bê zanîn ku ev êrîşa nizim ne tenê çalakîyek e ku li dijî min an kargeha min hatibe kirin; rasterast guleyeke ku li dijî aramiya esnafê me, rizqê wan û jîngeha aşitiyê ya Diyarbakıra me hatî teqandin e."
Sanal ê ku anî ziman ku li dijî torên tarî yên ku dixwazin aramiya bajar têk bibin dê wekî esnaf, hêzên ewlehiyê û gel bi ti awayî derfet neyê dayîn, daxuyaniya çapemeniyê bi spasiya ji bo hemû kesên ku piştî êrîşê piştgirî dan wan re bi dawî kir.