Ji Emerîkayê daxuyaniya peymanê ya li Xezzeyê

John Kirbyê Şêwirmendê Ragihana Ewlehiyê Navnetewî ya Qesra Spî got ku, teklîfa nû ya Emerîkayê vekişîna rejîma îşxalker a ji Philadelphiayê jî di xwe de dihewîn e.

Emerîkayê ku piştgirîya her cûre tişt û çekan dide rejîma îşxalê ya siyonîst, derheqê peymana ku wê rejîma îşxalker rehet bike de daxuyanî belavkir.

Jihn Kirby got ku, “Peymana ku em li ser dixebitin, rewşa deriyê sînorî yê Philadelphia (sînorê di navbera Xezze û Misrê de) û vekişîna hêzên îsraîlê ji deverên niştecîh dihewîne.

Kirby di berdewama daxuyaniya xwe de wisa got, “Ev lihevkirin, di qonaxa yekem de, vekişîna hêzên îsraîlî ji navçeyên niştecihbûyî di êrişa ser deriyê sînorî yê Philadelphia de ye. Ev pêşniyar tekezî li ser vekişîna hêzên îsraîlî ji Philadelphia bo rojhilat dike, û ev xala bingehîn e ku nayê guhertin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin