Ji Endamê Perwerdehiyê Dr. Kazım Ersin Altınsoy di hewayên germ de hişyariya li dijî tavlêdanê

Berpirsê Klînîka Tibba Lezgîn a Nexweşxaneya Bajar a Dîlokê Endamê Perwerdehiyê Dr. Kazım Ersin Altınsoy diyar kir ku di hewayên germ de bi taybetî zarok, kesên li ser 65 salî re, jinên ducanî û kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye di bin xetereyê de ne.

Altınsoy îfade kir ku windakirina şileyê (avê) ya ku di hewayên germ de dibe ku biqewime, dikare bibe sedema gilî û gazincên mîna bêhalî, dilxelandin û verşînê; di rewşa pêşketina tevliheviya hiş de jî divê bêyî ku wext bête windakirin serî li servîsa lezgîn bête dan.

Berpirsê Klînîka Tibba Lezgîn a Nexweşxaneya Bajar a Dîlokê Endamê Perwerdehiyê Dr. Kazım Ersin Altınsoy diyar kir ku di mehên havînê de rûbirûmana li ber tavê bi taybetî ji bo hin grûpan dikare bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî.

Kazım Ersin Altınsoy

Altınsoy diyar kir ku çermê ku organê herî mezin ê laşê me ye ji germa zêde û tavê bandor dibe û wiha axivî:

"Çermê ku organê herî mezin ê laşê me ye, yek ji organên me ye ku ji rûbirûmana li ber germa zêde û tavê herî zêde bandor dibe. Bi taybetî di mehên havînê de di zarokên piçûk de, di kesên li ser 65 salî re, di jinên ducanî de û di kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye de germ û tavlêdan zêdetir tê dîtin."

Altınsoy got ku ji bilî pitik û kesên temenmezin, hin kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene jî windakirina şileyê (avê) zehmettir tolere dikin û destnîşan kir ku divê ev grûp di hewayên germ de baldartir bin:

Altınsoy got: "Pitik, kesên li ser 65 salî re, jinên ducanî, nexweşên gurçikan ên kronîk û nexweşên têkçûna dil, ji ber ku windakirina şileyê li gorî kesên din zehmettir tolere dikin, di nav grûpên bi xetere de cih digirin. Ji ber vê sedemê bi taybetî di hewayên germ de divê ev kes baldartir bin."

Bala xwe bidin demjimêrên ku tîrêjên tavê dîk dihatin

Altınsoy binxêz kir ku di demjimêrên ku tîrêjên tavê tîk dihatin de divê welatî xwe ji rûbirûmana rasterast a li ber tavê dûr bixin û destnîşan kir ku divê vexwarina şileyê jî bête zêdekirin:

"Bi taybetî di navbera demjimêr 11.00 û 14.00an de ku tîrêjên tavê tîk tên, em derketina derve ya bi awayekî ku rasterast di ber tavê de bimînin pêşniyar nakin. Di mehên havînê de zêdekirina vexwarina şileyê giringiyeke mezin hildigire. Lêbelê divê kesên ku nexweşiya gurçikan a kronîk û têkçûna dil bi wan re heye, vexwarina xwe ya şileyê di çarçoveya pêşniyarên bijîşkên xwe de birêk bixin."

Altınsoy ê ku anî ziman wendabûna germ û şileyê (avê) dikare bi nîşaneyên cûrbecûr xwe bide der, wiha got: "Di kesên ku rastî wendabûna germ û şileyê tên de gilî û gazincên mîna bêhalî, dilxelandin û verşînê dikarin bêne dîtin. Vakayên di vê astê de, dema ku di demeke zû de serî li saziyên tenduristiyê bête dan, bi dermankirinên sade û piştgiriya şileyê ya guncav dikarin bêne kontrolkirin. Lêbelê di rewşên ku tevliheviya hiş derdikeve holê de ji ber ku dibe ku pişknîn û dermankirinên pêşkeftîtir lazim bibin, divê nexweş bêyî ku wext bixwin serî li servîsa lezgîn biden."

Altınsoy bal kişand ser ku bilindbûna germahiya li Dîlok û derdorê dikare xetereyan zêde bike û van îfadeyan bi kar anî: "Bi taybetî kesên temenmezin û kesên ku nexweşiyên wan ên zêde (ek) hene ji bo me grûpên ku zêdetir xetereyê hildigirin e. Ji ber ku germahiya herêma ku em tê de dijîn li gorî kesên li beşên hundir û rojhilat ên welatê me bilindtir derbas dibe, di herêma me de pirsgirêkên tenduristiyê yên bi sedema wendabûna germ û şileyê çêdibin zêdetir dikarin bêne dîtin. Mixabin hin nexweş di serlêdana saziyên tenduristiyê de dikarin dereng bimînin."

"Giranî bidin vexwarina avê"

Altınsoy ê ku bang li welatiyan kir ku di hewayên germ de bi taybetî vexwarina avê zêde bikin, wiha axivî: "Pêşniyara me ji civaka me re ew e ku di hewayên germ de vexwarina şileyê zêde bikin. Li vir em tavsiye dikin ku li cihê çay an içeyên cûrbecûr, bi taybetî giranî bête dan ser vexwarina rasterast a avê. Rengê vekirî yê mîzê yek ji nîşaneyên standina têrker a şileyê ye. Rengê zer ê tarî yê mîzê jî dikare balê bikişîne ser çêbûna kêmasiya şileyê ya di laş de."

Altınsoy destnîşan kir ku giring e welatî beriya ku nîşaneyên pêşkeftî derkevin holê serî li saziyên tenduristiyê biden û diyar kir ku bi taybetî divê kesên di grûpa xetereyê de di hewayên germ de baldar bin û got: "Ji ber vê sedemê em pêşniyar dikin ku welatiyên me, dema rastî hewaya germ hatin beriya ku nîşaneyên pêşkeftî yên mîna tevliheviya hiş derkevin holê serî li saziyên tenduristiyê biden. Bi taybetî giringiyeke mezin hildigire ku kesên di grûpa xetereyê de ne di hewayên germ de baldartir bin û tedbîrên pêwîst di dem û wextê xwe de bigirin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ciwanê ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Sedema piraniya îfsadên ku ciwanên îro dikin bêmanewiyatî ye
Ji serlêdana “Bûyera ku kujerê wê nediya ye” re red
Li Diyarbekirê di germahiya bi şewat de mesaiya firingiyan
Siwêreg de 2 otobusê rêwiyan pê da qewitî: 14 birîndarî