Ji Ewrupayê heta Efrîqayê sifre hat danîn

Fransa Yetîm Elî ku bû çend roj e li Burundîyê alîkarîyên cuda li dar dixe, rojekî berê li Burumjîyayê ji 500 kesan re şîva fitarîyê da û di heman herêmê de ji 1000 kesan re şîva fitarîyê da.

Sazîya ku bi minasebeta Remezanê li Efrîqa, Asya û Balqanan li bi dehan welatan xebatên alîkarîyê li dar dixe, li Burundîyê jî xebatên xwe bênavber didomîne.

Fransa Yetîm Elî ku çend roj berê projeya qurbana sedeqe, şikir, wed û eqîqeyê tertîp kir, şîva fitarîyê, alîkarîya meddî û kolîyên zexîreyê belav kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Fransa Yetîm Elîyê Umît Aktaş derheqê xebatê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Ev bû çend roj e em li vê derê xebatên xwe didomînin. Me alîkarîyên wek neqdî, cil û berg û şîva fitarîyê bi kar anît. Em îro jî şîva fitarîyê didin. Fitarîya ku xêrxwazên me emanetî me kirine ji mihtacan re dighêjînin. Xwedê ji xêrxwazan razî be ku em bi xêra wan bi sedan mirovan têr dikin. Xwedê hem di vê dinyayê de hem jî di axiretê de li cem xwe qebûl bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê