Li taxa Qerexanê ya ser bi navçeya Rezan ya Diyarbekirê ve, rêyên xerab jiyana rojane ya şêniyên taxê bi neyînî bandor dike. Welatiyan diyar kir ku bi taybetî di hewayên baranbar de rê vedigerin heriyê û ji ber vê yekê zarok nikarin biçin dibistanê û nexweş jî nagihîjin nexweşxaneyê. Şêniyên taxê destnîşan kir ku tevî ku wan gelek caran serlêdan kiriye jî, heta niha tu xebat nehatine kirin.
Şêniyên taxê diyar kirin ku ji ber rêyên ku di hewayên baranbar de vedigerin deryaya herê, zarok di gihîştina dibistanê de zehmetiyên mezin dikişînin. Welatiyan destnîşan kir ku wesayîtên servîsê nikarin bikevin ber malan û ji ber vê yekê xwendekar neçar dimînin ku di nav herê de rêyên dûr û dirêj bi peyatî bimeşin.
Mehmetşah Koyuncu
"Zarok ji ber heriyê nikarin biçin dibistanê"
Yek ji şêniyên taxê Mehmetşah Koyuncu diyar kir ku ji roja ku ew hatine vir ve rê di heman rewşê de ye û wiha got:
"Ji roja ku em hatine vir ve ev rê wiha ye. Tevî ku me çend caran serlêdanî şaredariyê kir jî, kesî eleqedar nebû. Dev ji çêkirina rê berdin, nehatin lê nenêrîn jî. Zivistanê em nikarin zarokên xwe ji ber vê rêya xerab bişînin dibistanê. Dema nexweşekî me hebe, zivistanê em nikarin bi erebeyê bibin nexweşxaneyê. Ji ber ku ev çend roj in baran nebarîye, niha hinekî îdare dike. Lê dema baran dibare, ji ber heriya ku çêdibe em nikarin erebeyên xwe derxin. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku vê dîmenê bibînin. Ger wiha berdewam bike, zivistanê em ê nikaribin zarokên xwe bişînin dibistanê."
Ramazan Koyuncu
"Bila rêyên me di zûtirîn dem de werin çêkirin"
Ramazan Koyuncu bal kişand ser vê yekê ku rê 2-3 sal in di heman rewşê de ne û wiha got:
"2-3 sal in halê rêya me wiha ye. Dema baran dibare, rêyên me vedigerin gola avê. Zarokên me nikarin ji malê derkevin, nikarin biçin dibistanê jî. Dema nexweşekî me hebe, ambulans nikare bê ber malê. Me ji bo kevirên parkeyê û asfaltê serlêdanî şaredariya xwe kir, lê nehat çêkirin. Wesayîtên me her gav xera dibin. Parçeyên binê erebeyên me (alt takımlar) zirarê dibînin û em neçar dimînin ku her gav lastîkên xwe biguherînin. Ev jî ji bo me dibe masref. Zarokên me di nav herê de diçin dibistanê."
Ramazan Akyüz
"Ambulans nikarin di rêyan de derbas bibin"
Yekî din ji şêniyên taxê Ramazan Akyüz anî ziman ku pirsgirêka rê êdî gihîştiye asteke wisa ku nayê kişandin û wiha got:
"Hûn halê rêyên me dibînin. Rêyên me gelekî xerab in. Em wek gelê taxê bang li şaredariyê û saziyên peywendîdar dikin; em dixwazin rêyên me werin çêkirin. Keviyên rê gelekî xerab in û menfez (cihê derbasbûna avê) nehatine çêkirin. Erebeyên me ji sanayiyê dernakevin. Li herêma Peyasê (Kayapınar) xebatên pêwîst tên kirin, lê çi hikmet be li taxa Qarahanê ya ser bi navçeya Rezan (Bağlar) tu xebat nîne. Me ev zivistan bi rengekî gelekî xerab derbas kir. Ev rê xizmetê dide nêzîkî 50-60 malan. Servîsên dibistanê nikarin bên ber malan û xwendekaran bibin dibistanê."
Akyüz her wiha diyar kir ku bavê wî ji sedî 88 kêmendam e û bi amûra oksîjenê ve girêdayî ye û wiha bang kir: "Di rewşeke lezgîn de gava rê girtî bin em ê çi bikin? Ambulans jî nikare bê. Em wek gelê taxê bang li rayedaran dikin; bila rêyên me di zûtirîn dem de werin çêkirin."