Ji Hamasê derbarê êsîran de beyan

Endamê Buroya Sîyasî yê Hamasê Husam Bedran îfade kir rejîma îşxalê di meseleya teqasa êsîran de ne ciddî ye û xelqê xwe û nasên êsîran dixapîne.

Bedran di daxuyanîya ku da kanala El Cezîre de îfade kir rejîma îşxalê ji alîyekî ve dixwaze Hamasê ji holê rabike û ji alîyê din ve jî dixwaze di warê teqasê êsîran de bi hamasa dixwaze ji holê rabike re hewl dide muzakereyan bike ku ev yek nakokî ye.

Bedran di berdewama nirxandina xwe de got ku ew hewldanên rejîma îşxalê yên di warê teqasa êsîran de ji bo kêmkirina zexta ku lê tê kirin e û derbarê mijarê de wiha got: “Rejîma îşxalê bi qerara temamê êsîrên ku di destê berxwedanê de ne bikuje û Netanyahu û Konseya Herbê serê xwe bi êsîran naêşînin.”

Bedran di dawîya nirxandina xwe de got ku temamê komên berxwedanê qerareke hevpar dane heta ku temamê êrîşên bi ser Xazzê de neyên sekinandin ew ê teqasê êsîran neyê kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn