Ji HAMASê derheqê planên mişextiyê û agirbestê de daxuyanî

HAMASê bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Trump da û diyar kir ku planên wan ên koçberiyê ti carî bi ser nakevin û bi şertê ku aliyê îşxalker jî pêgirê agirbestê be, ew ê li gorî agirbestê tevbigerin.

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMASê li ser kanala xwe ya Telegramê derbarê daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên der barê sirgûnkirina xelkê Xezzeyê û peymana agirbestê de nirxandinan kir.

HAMAS derheqê îdîayên Trump de got, “daxuyaniyên wî yên der barê sirgûnkirina xelkê ji Şerîda Xezzeyê bi hinceta jinûveavakirinê careke din red dikin.”

“Her cure planên tehcîr û bi zorê ji cîh derxistin wê neserkeftî be”

HAMAS bal kişand û got Trump bi van planan dixwaze doza Filistînê tesfîye bike û mafên gel ên netewî jî înkar dike. Piştre ev îfade hat bikaranîn:

“Plana ku gelê me neçar bike ji Xezzeyê derkeve wê ti carî bi ser nekeve. Ev plan wê ji aliyê îradeya hevpar a alema Filistîn, Ereb û Îslamê ve were redkirin û pûçkirin. Gelê me yê mezin li Xezzeyê li hemberî bomberdûman û êrîşan li ber xwe da û wê li ser axa xwe bimîne. Wê her planên koçberkirina bi zorê û dersînorkirinê têk bibe. Tişta ku îşxalker bi êrîş û komkujiyan nikarî bi dest bixe, bi planên tasfiye û sirgûnê ne mumkin e.”

HAMAS derheqê agirbestê de jî got, “Îşxalkeran soza xwe nagirin û berpirsîyarîya her cure tevlihevî û dernegmayînê aidî wan e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar