Ji HAMASê ji planên “tehcîrê” ya Trump re bertek

HAMASê bi tundî daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên der barê tehlîyekirina gelê Xezzeyê ji bo Urdun û Misrê şermezar kir û destnîşan kir ku gelê Xezzeyê tevî hemû hovîtiyên xwe dest ji axa xwe bernedaye û nade jî.

Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên têkildarî derxistina Filistîniyên ji Xezzeyê ber bi Misir û Urdunê ve da.

Hereket, derheqê mijarê de wisa got:

“Gelê Filistînê li hemberî hewldanên herî hovane yên qirkirinê yên dîroka nûjen sekinîn û tevî sûcên koçkirina bi darê zorê ku ji aliyê artêşa îşxalkera siyonîst a faşîst ve li ser wan hatiye ferzkirin, teslîm nebû. Gelê me yê ku sirgûnkirina bi darê zorê ya li bakurê Xezzeyê red dike, her plana ku dixwaze wan ji axa xwe veqetîne, bi awayekî kategorîk red dike.

Em bang li rêveberiya Emerîkayê dikin ku dev ji van pêşniyaran berde, ku planên îsraîlê li hev dikin û bi tevahî li dijî maf û îradeya azad a gelê me ne. Di şûna wê de, em pêşniyar dikin ku ji bo azadiya gelê Filistînê, avakirina dewleta wan a serbixwe ku paytexta wê Qudsê ye û ji nû ve avakirina cihên ku ji hêla îşxalkeran ve di şerê wan ê hovane yê li ser Xezzeyê de ji hêla îşxalkeran ve hatine hilweşandin, zextê bikin.

Her wiha em bang li welatên ereb û Îslamî, bi taybetî Misir û Urdun ên bira dikin, ku helwesta xwe ya hişk li ser redkirina planên jicîhûwarkirin û koçberkirina bi darê zorê dubare bikin, we vedixwînin ku her cure piştgirî û alîkariyê bidin gelê me, hebûna xwe ya li ser axa xwe xurt bikin û ji bo şopa êrîşa faşîst a li ser Xezzeyê ji holê rakin, her tiştî bikin.

Daxuyaniyên Trump

Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew roja şemiyê bi Qralê Urdunê Abdullah re li ser tehliyekirina nêzî milyonek Filistînî ji Xezzeyê bo welatên derdorê civiya.

Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo CNNê da Xezzeyê wek kaosê bi nav kir û got ku ew dixwaze Urdun û Misir zêdetir Filistîniyan qebûl bikin. Herwesa got ku ewê li gel serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî jî li ser vê mijarê gotûbêj bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar