Ji HUDA PARÊ ji DEMê re: Rêya ku hun diçin ne tu rêye, dev jê berdin

DEM a ku bi kuştina zarokekî bêguneh provokasyon û kaosê dimeşîne, ji HUDA PARê hişyarî hat û got: "Rêya ku hun diçin, ne rast e, dev jê berdin."

Di daxuyanîya ku duh ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de hat destnîşankirin kesên ku dixwazin bi qetilkirina Narîna biçûk ve meseleyê veguherînin provokasyon û kaosê hene û wiha hat gotin: "Daketina kesên ku dixwazin vê mijarê veguherînin provokasyon û kaosê li qadan rewşeke gelekî xeternak û xedar e. Em bang li raya giştî, rêxistinên sivîl û her kesê hesas dikin ku li hember van hewldanên xeternak û xerab hişyar bin.”

Ji HUDA PARê der barê daxuyaniyên provokatîf ên DEM Partiyê de hişyariyek nû hat.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya HUDA PARê hat dayîn de hat belavkirin, werê hat gotin, “Kuştineke hovane heye û zarokekî bêguneh ji jiyana xwe hatiye veqetandin. Hûn bi îsrar in ku #Narîna me ya ku her kesî di vê êşê de yek kir, bi derew û îftirayên xwe bikin mijara îstîsmara siyasî.

Rêya ku hun diçin, ne rast e, dev jê berdin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê