Li Êlihê ji HÜDA PARê bang: "Beriya zivistan kûr bibe, zarokên xwe ji heriyê xilas bikin"
Serokê Navçeya Navendî yê HÜDA PARê yê Êlihê Cihad Altun di çarçoveya serdanên taxan de çû serdana Taxa Başakşehirê (Tilmis) û li cihê rûdanê tespît kirin.
Altun bala xwe daxist ser mercên çûnûhatinê yên li ber Dibistana Seretayî û Navîn a Tilmisê, daxwaz kir ku rêyên li herêmê bêne asfaltkirin û zarok bi awayekî ewle bigihîjin dibistanê.
Cihad Altun destnîşan kir ku xebatên rêya derdorê û binesaziyê yên ku li seranserê Êlihê têne meşandin ji bo bajar pir bi nirx in û diyar kir ku ev veberhênan dê di pêşerojê de jî bi duayan bêne bibîranîn.
Altun bal kişand ku ew bawer dikin kalîteya xizmetê ya bi vî rengî dikare di demeke herî kurt de ji bo Taxa Tilmisê û xwendekaran jî bikeve meriyetê.
"Bi baranên yekem re xwendekarên me zehmetiyê dikişînin"
Altun diyar kir ku bi baranên yekem ên demsalê re bi taybetî kolanên li dora dibistanê bûne golên heriyê û bal kişand ser zehmetiyên ku xwendekar di çûnûhatina rojane de dikişînin.
Altun ji bo ku zarok bi awayekî rehettir û ewletir bigihîjin hêlînên xwe yên perwerdehiyê, behsa girîngiya baştirkirina mercên fîzîkî yên li taxê kir.
Ji bo rayedaran banga hevkariyê û destwerdana zû
Serokê Navçeya Navendî Altun destnîşan kir ku divê beriya ku mercên zivistanê hîn girantir bibin gav bêne avêtin û ji bo çareserkirina bilez a pirsgirêkê ev bang kir:
"Banga me ji bo eleqedar û rayedaran ev e: Hêj em li destpêka zivistanê ne, beriya ku ev herî kûr bibe, em van rêyên zarokên xwe yên ku pêşeroja me ne serast bikin, biafsalt bikin û zarokên xwe ji vê heriyê xilas bikin."