Ji HÜDA PARê li Bismilê banga ewlehiya çûnûhatinê

Serokê Navçeya Bismilê ê HÜDA PARê Abdulaziz Balık, ku çênebûna tu peyarêk û pirika peyayan a li ser Bulvara Memûzînê ya navçeya Bismila Diyarbakırê wekî pirsgirêka ewlehiya çûnûhatinê nirxand, derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Li navçeya Bismila Diyarbakırê, li ser Bulvara Memûzînê ya bi dirêjahiya 1,5 kîlometreyan ku ji çarrêya sêyan heta cihê birîna Bulvara Nazım Hikmet dirêj dibe, peyarêk (kaldırım) tune ye û ji bo peyayan pirika peyayan jî tune ye.

Serokê Navçeya Bismilê ê HÜDA PARê Abdulaziz Balık, tunebûna tu tedbîran li ser bulvara ku di serî de xwendekarên dibistanê û peya bi awayekî gur bikar tînin, wekî pirsgirêka ewlehiya çûnûhatinê nirxand.

"Li vê caddeyê ji bo xwendekaran xetereyeke zêde ya jiyanî heye"

Balık derbarê Bulvara Memûzînê de got: "Ev cadde rêyeke girîng e ku tevlî rabirdûya Bismilê heye. Li dijî lehiyên Çemê Dîcleyê li ser asteke bilind hat çêkirin. Wekî berê, îro jî yek ji caddeyên herî qelebalix ên navçeyê ye. Ji ber ku vir riya caddeya kevn a Diyarbakırê ye û nêzî 45-50 gund vê rêyê bikar tînin. Caddeya ku kamyon, otomobîl û wesayîtên din ên mezin bi gurî jê derbas dibin, bi taybetî bi vekirina herêma dibistanan re hê bêtir tevgeriya ye. Ji ber trafîka gur a servîsên dibistanê, welatî ji nebesiya rêya heyî gilî dikin."

Balık van îfadeyan bikar anî: "Kêmasiya herî mezin a li vê caddeyê ew e ku rê nehatiye firehkirin û li her du aliyên wê peyarêk tune ne. Her wiha divê li vir pirika di bin re û di ser re (alt-üst geçit) bê çêkirin. Nêzî du sal berê li ser vê mijarê xebatek hatibû destpêkirin lê paşê hat betalkirin. Sedema betalkirinê em jî nizanin; dibe ku rêya trenê be yan jî hêncete kî din be. Welatî daxwaz dikin ku rê bê firehkirin, peyarêk bêne çêkirin û projeya pirika di bin re û di ser re bê fêmkirin û pêkhatin. Ji ber ku li vir herêma dibistanan heye û ji bo xwendekaran xetereyeke zêde ya jiyanî heye."

HÜDA PAR Bismil İlçe Başkanı Abdulaziz Balık

"Hem esnaf hem jî muşterî mexdur dibin"

Balık bala xwe kişand ser xetere û rîskên ku ji bo çûnûhatina peya û wesayîtan çêdibin û ev tişt gotin: "Vê gavê wesayît li ser peyarêkan park dikin. Ji ber ku qadên ku divê welatî lê bimeşin hatine dagirkirin, mirov neçar dimînin ku li ser rê bimeşin. Ev rewş bi taybetî ji bo kal û pîran, zarokan û peyayan rîskeke mezin çêdike. Wesayît bi leza bilind derbas dibin û welatî her roj bi xetereya jiyanî re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê gelê herêmê ji vê rewşê mağduriyete mezin dijî."

Balık bi bîr xist ku esnafên derdorê jî ji vê mijarê bi êş in û got: "Esnaf jî heman tengasiyê tînin ziman. Wesayît ew çend nêzî pêşiya cihê karê me dibin ku piraniya caran muşterî di ketin û derketinê de zehmetiyê dikişînin. Ji ber ku em xwediyên wesayîtan nas dikin, em şerm dikin ku bibêjin 'Erebeya xwe rakin.' Em hemû mirovên heman welatî ne; dikare bibe cîranê me, mirovê me yan jî gundiyê me. Ji ber vê yekê hem esnaf hem jî muşterî dibin mağdur. Welatî dixwazin ku peyarêk di nav dema herî kurt de bê çêkirin. Eger astengiyek ku rê li ber çêkirina peyarêkê digire hebe, bila ew asteng bê rakirin; eger tune be jî, bila bêyî ku wext bê windakirin peyarêk bê avakirin. Ji ber ku vê gavê em bixwe jî nikarin bi rihetî bimeşin, neçar dimînin ku di ser rê re biçin."

"Xwendekar hema hema canê xwe dixin lepên xwe û vê rêyê bikar tînin"

Balık ku bal kişand ser qirêjiya derdorê jî, diyar kir: "Îro sînorên rê jî tam diyar nînin. Ji ber ku nayê zanîn kincê çopê dê li ku derê bêne danîn, çop li kêleka rê tên hiştin. Kincên çopê wergeriyan, çop li derdorê belav dibin û bêhnên xirab çêdibin. Ev rewş hem dibe sedema qirêjiya dîtbarî hem jî di warê tenduristiyê de dibe sedema aciziyê. Divê ev yek jî di demeke kurt de bê çareserkirin."

Balık di dewama axaftina xwe de cih da daxwazên welatiyên derdorê û ev tişt gotin:

"Yek ji pirsgirêkên herî mezin jî derbasbûna xwendekaran a ji aliyekî bo aliyê din e. Serê sibê dema diçin dibistanê û êvarê dema vedigerin malê, zarok hema hema canê xwe dixin lepên xwe û vê rêyê bikar tînin. Bi taybetî xwendekarên ku ji malên derdorê diçin Dibistana Navîn a Ulu Türkê servîsê bikar naynin. Dayik, bav yan jî xwişk û birayên wan destê zarokan digirin, wan dibin dibistanê û di derketinê de jî bi heman awayî tên wan digirin. Ev rewş hem barê malbatan giran dike hem jî xetereya jiyanî ya zarokan ji holê ranake. Daxwaza welatiyan zelal e: Pêşî rê bê firehkirin, paşê li her du aliyan peyarêk bêne çêkirin û teqez pirika di bin re û di ser re bê avakirin. Dema ku ev xebat temam bibin, hem xwendekar hem jî welatî dê bikaribin bi awayekî ewleh û rihet vê caddeyê bikar bînin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

1 jê giran 5 birîndar hene
Çolig de qezaya maşinê ke pê da qûtay 4 kesî birîndar biyê
Baqê ziman hemû pirsgirêkên axaftinê rave nake!
Li Diyarbekirê otobûsa şaredariyê bi alavê gur şewitî
Li ser rêya Batman-Hezzoyê tira barkirî ya kayê wergeriya