Ji ber îfadeyên ku tê îdiakirin mamosteyê felsefeyê R.A. yê li navçeya Turgutluya Manîsayê wezifedar e di dema dersê de bi kar anîne, hat binçavkirin û girtin; ev yek di nav raya giştî de bû sedema berteka mezin.
Di pêvajoya ku li ser îdiayên hîn bi awayekî zelal û fermî nehatine piştrastkirin de hat meşandin, bêparkirina mamoste ji azadiya wî di demeke kurt de, bû mijara rexneyan.
Derbarê mamosteyê ku li Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Anadolu ya İnci Üzmezê de wezifedar e, di çarçoveya qanûna jimare 5816an de karûbar hatin kirin.
Li gorî îdiayê, hin îfadeyên mamosteyê ku di dema dersê de li ser serokê giştî yê yekem ê CHPê Mustafa Kemal axiviye, ji aliyê xwendekaran ve ji rêveberiya dibistanê re hatine ragihandin. Di pêvajoya ku hat destpêkirin de mamoste di demeke kurt de hat binçavkirin.
R.A. yê ku piştî karûbarên li ewlehiyê sewqî edliyeyê hat kirin, di heman rojê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hat girtin û şandin girtîgehê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Veqfa Perwerdehiya Îdeal (ÎDEV) ve hat dayîn de hat diyar kirin ku îfadeyên navborî ji çarçoveya (bağlam) xwe hatine qutkirin û biryara binçavkirin û girtinê wekî "giran û bêpîve" hat pênasekirin.
"Qutkirina hevokên mamoste ji çarçoveya wan û kirina mijara darazê nayê qebûlkirin"
Veqfê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî îdiayên ku hin xwendekaran paşê îfadeyên xwe guherandine jî, dayîna biryara girtinê ji aliyê hiquqî ve pirsgirêkdar e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku azadiya îfadeyê di bin piyan de ye û xistina kelepçeyan li mamoste nayê qebûlkirin:
"Azadiya îfadeyê di bin piyan de ye. Kelepçekirina mamoste nayê qebûlkirin! Di nûçeyên ku rojên dawî de di raya giştî de cih girtine; li navçeya Turgutluya Manîsayê, mamosteyê dersa Felsefeyê Ramazan A. yê ku 34 salên xwe fedaî perwerdehiyê kiriye, hevokên ku di dema dersê de bi kar anîne ji çarçoveya wan hatine qutkirin û hatine kirin mijara darazê. Di encamê de girtina wî nayê qebûlkirin."
"Biryara girtinê mînakeke mezin a bêhiqûqiyê ye"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî mezinkirina bûyerê ji aliyê hin malperên nûçeyan ve û qutkirina wê ji çarçoveya wê, derxistina biryara girtinê bêhiqûqî ye:
"Mamosteyê perwerdekar Ramazan A. yê ku wekî tê îdiakirin li ser giliyê çend xwendekaran derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin; piştî ku hin malperên nûçeyan bûyer mezin kirin, ji çarçoveya wê qut kirin û wekî ku sûcekî mezin kiribe nîşan dan (lanse kirin), girtina wî ji aliyê normên hiquqî ve gaveke gelekî bêdad e. Nexasim, tevî ku tê îdiakirin hin xwendekarên giliyê wî kirine paşê îfadeyên xwe guherandine û gotine ku bûyer bi awayekî zêde hatî nîşandan û îdiayên di hin kanalên nûçeyan de derbas dibin ne yên wan in jî, dîsa derxistina biryara girtinê mînakeke mezin a bêhiqûqiyê ye."
"Em bang li rayedaran dikin ku pêvajoya hiquqî bi heqîqetê bimeşînin û dawî li vê mexdûriyeta neheq bînin"
Veqfa Perwerdehiya Îdeal di dawiya daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:
"Di serdemeke ku bûyerên tundiya li dijî perwerdekaran di rojevê de ne û hewldanên ji bo vegerandina rûmeta mamosteyan tên axaftin de; girtina perwerdekarekî 34 salan li ser îdiayên bêbingeh ên çend xwendekaran, cihê fikarê ye. Bêparkirina mamosteyekî ku di dirêjahiya jiyana xwe ya pîşeyî de bi hezaran xwendekar gihandine, bi tohmeteke (itham) bi vî rengî ya giran ji azadiya wî, wijdanan diêşîne. Em bang li rayedaran dikin ku pêvajoya hiquqî bi heqîqetê (haqqaniyet) bimeşînin û dawî li vê mexdûriyeta neheq bînin."