Ji Îtalyayê biryarek ku bertekan dikşîne ser xwe: Nimêja bi cemaetî hat qedexekirin

Şaredarîya Monfalconeya li bakurrojhilata Îtalyayê, di du navendên çanda Misilmanan yên li herêmê de nimêja bi ceametê qedexe kir.

Şênîyên Misilman yên bajarokê, disekinin ku dadgeh derheqê vê qerara ku ji mafê wan yê azadîya îbadetê re qedexe hatîye dayîn de biryarek bide, Misilmanên bajarokê di cîhên tengasî û otoparkan de nimêjên xwe eda kirin.

Şaredarîya ku ji Partîya Yekîtîyê ye, bi deh salan e îzîn nade ku li herêmê camî bêne lêkirin.

Li gorî Yahya Zanolloyê ji Koalîsyona Misilmanên Îtalyayê ye li Îtalyaya ku piranîya wan katolîk in ji 10an kêmtir camî hene ku bi fermî têne naskirin.

Nifûsa Misilmanan li welat 2 milyonî zêdetir e û Misilmanên li wê derê jî welatîyên Îtalyayê ne lê ew ji bona ku îbadetên xwe bikarbînin zor û zehmetîyê dikşînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin