Ji Karwana Umidê ya Amedê banga bexşandina qurbanan

Serokê Karwana Umidê yê Parêzgeha Amedê Mehmet Emîn Akyûz, diyar kir ku wan organîzasyona qurbanê ya sala 2026an dane destpêkirin û destnîşan kir ku xêrxwazên dixwazin bexşandina qurbanê bikin, dikarin wekaletên xwe bidin wan.

Karwana Umidê ya ku ji bo malbatên hejar li hundir û derveyî welat di serî de xurek, her wiha alîkariyên wekî malî (pere), cîh û waran (stargeh) û alîkariyên di her şiklî de (ayni) pêk tîne; wekî her sal, îsal jî di vê Cejna Qurbanê de armanc dike ku goştê qurbanê bigihîne bi deh hezaran malbatên hejar.

Veqfa Alîkariya Mirovan a Karwana Umidê, ya ku dê li serî de li Tirkiyeyê û li dehan welatên Afrîka û Asyayê organîzasyona qurbanê pêk bîne, xebatên xwe yên qurbanê yên sala 2026an da destpêkirin.

Serokê Karwana Umidê yê Parêzgeha Amedê Mehmet Emîn Akyûz, derbarê xebatên qurbanê yên sala 2026an de daxuyanî dan û diyar kir ku di çarçoveya xebatên ku dê bi slogana "Bila Qurbana We Bibe Umid" (Kurbanınız Umut Olsun) werin meşandin de, ew armanc dikin ku hem li Amedê û hem jî li gelek herêmên cîhanê bigihîjin hejaran.

"Me xebatên xwe bi rengekî plankirî da destpêkirin"

Akyûz diyar kir ku wan ji hefteya borî ve dest bi xebatên qurbanê yên sala 2026an kiriye û wiha axivî: "Wekî Karwana Umidê ya Amedê, me ji hefteya borî ve starta xebatên qurbanê yên sala 2026an da. Di serî de me civîna xwe pêk anî. Me ligel desteya xwe ya rêveberiyê derbarê tiştên ku werin kirin de biryarek da. Ji hefteya pêş ve, em ê li ser rêyên sereke û çaterêyan (kavşak) zêdetirî 150 pankartan (branda) bi dardekirin. Em ê serdana xêrxwaz û bexşêrên xwe bikin û rû bi rû têkiliyê bi wan re deynin da ku derbarê xebatên qurbanê de agahiyan bidin wan."

"Em ê li gelek welatan serjêkirina qurbanan pêk bînin"

Akyûz bal kişand ser wê yekê ku xebatên wan tenê bi Amedê sînordar nînin; li gelek herêman, di serî de li Xeze, Yemen, Afganistan, welatên Afrîkayê, Sûriye û Libnanê serjêkirina qurbanan dê were kirin û got: "Par, li navenda Amedê, me goştê sor gihand 8 hezar malbatan. Hêviya me ya îsal ev e ku xebatên me berekettir derbas bibin. Helbet ji bo vê bereketiye, pêdiviya me bi piştgiriya xêrxwaz û bexşêrên me heye. Em vê hestiyariyê ji wan bendewar in. Ev xebat ne tenê di asta herêmî ya Amedê de ne, li seranserê cîhanê li gelek welatan çalakiyên me hene. Di serî de Xeze; li Yemen, Afganistan, gelek welatên Afrîkayê, heta Sûriye û Libnanê li gelek welatan serjêkirina qurbanên me çêdibin."

"Bexş bi rêbazên cuda dikarin werin kirin"

Akyûz derbarê pêvajoya bexşandinê de jî agahî dan û van îfadeyan bikar anî: "Banga me ji bo xêrxwaz û bexşêrên me ev e; bila me bikin navbeynkar û hewl bidin ku tasek xwarinê bigihînin ser sifreya mexdûr û hejarên ku belkî di salê de carekê jî goştê sor nakeve mala wan. Bexşêr dikarin bi çi awayî bexşên xwe bikin? Bexşêr dikarin bexşên xwe yên qurbanê di ser hesabên fermî re, bi pergala bexşê ya onlinê bikin; her wiha dikarin bi xwe werin saziyê û li hemberî meqbûzê, bi rengekî neqdî radest bikin. Bi wî awayî jî em dikarin bexşên wan werbigirin. Helbet em ligel nav, paşnav û nimreyên têkiliyê, vîdyoyên qurbanên ku me serjê kirine jî ji bexşêrên xwe re dişînin."

Bihayên qurbanan ên sala 2026an hatin eşkere kirin

Akyûz diyar kir ku ji bo sala 2026an li Tirkiyeyê bihayê navîn ê qurbanê wekî 17 hezar û 500 TL hatî diyarkirin û got ku li derveyî welat biha li gorî herêman diguhere.

Akyûz wiha axivî: "Li Tirkiyeyê niha bi giştî bihayê ku ji bo qurbanê hatiye birîn 17.500 lîre ye. Navînî ev e. Li derveyî welat ev yek cudahiyê nîşan dide. Li Xezeyê niha 13.000 TL; li welatên wekî Yemen û Afganistanê 7.000 TL, li Sûriyeyê 7.500 TL ye û bi vî awayî diguhere. Bexşên me yên qurbanê ji niha ve dest pê kirine. Xêrxwaz û bexşêrên me dikarin ji niha ve bi rêya wekaletê bexşên xwe bigihînin me. Heta roja dawî ya cejnê jî ev bexş tên qebûlkirin. Yanî tercîh a wan e. Lê belê, ji bo ku nekeve rîskê, çi qas zû tevbigerin ew qas çêtir e."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Îsraîl awe deryaya mîyanneteweyî de korsantî keno
Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur
Çalakvanê Fîloya Sûmûdê Ramazan Tekdemir gihîşt Amedê
Derbasokên li Amedê ji bo kal û pîr û astengdaran dibin çile û ev rewş berdewam dike
Bû sedema bertekên tund