Ji Kovara Kelhaamedê ji bo panêla ku li Dîyarbekirê bê tertîpkirin re dawet

Koordînatorê Herêmê yê Kovara Kelhaamedê Mehmet Baran îfade kir ku ew ê bi minasebeta salvegera 16emîn a kovarê li Dîyarbekirê panelek li dar bixin û hemû xelkê dawetî panelê kir.

Ew ê di panela ku sibe di salona konferansa Camîya Selaheddînê Eyyûbî de bê tertîpkirin de, xebat û xizmetên ku kovara Kelhaamedê ji zimanê Kurdî re kirîye wê bê bidestxistin.

Di navbera axavtvanên panelê de mirovên muhîm hene.

Edîtorê Kelhaamedê Abdussamed Yalçin, akademîsyen Prof. Dr. M. Zahîr Ertekîn, nivîskar Vahdettîn Înce, akademîsyen Dr. Îbrahîm Dagilma û akademîsyen Dr. Hêmin Omer Ehmed wê di panelê de axavtinek lidarbixin.

Koordînatorê Herêmê yê Kovara Kelhaamedê Mehmet Baran derheqê panela ku ew ê sibe di seat 13.30yan de bê tertîpkirin de daxuyanîyan da, wî di daxuyanîya xwe de weha got:

“Sibe ew ê ji teref Kovara Kelhaamed ve li Diyarbekirê di warê kovarvanîya Kurdî de panelekê bê lidarxistin. Em temamê gelê xwe yê kurdîhez dawetî panela kovara xwe dikin.

Sibe ji teref Kovara Kelhaamedê ve li Diyarbekirê li Salona Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî di warê kovarvanîya Kurdî û zimanê Kurdî de panelek bê tertîp kirin.

Em wek Kovara Kelhaamedê ev bû 16 sal vê navber weşanê dikin û ew ji ber minasebeta salvegera destpêkirina weşanê ya kovara wan dê panelekê li dar bixin û em temamê gelê xwe yê kurdîhez dawetî panela kovara xwe dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno