Ji Kovareya Lemanê adîtî! Heqaret li Hezretî Muhammed kirin

Lemanê kincik û gemar, di karîkatûrekî ku da weşanê de heqaret li Hezretî Muhammed kir. Derheqê kincika ku di raya giştî de bû sedema bertekên mezin de tehqîqat hat destpêkirin.

Karîkatûrekî kovara Lemanê ya 26ê Hezîrana 2025an de hatîye weşanê ji teref gel ve bû sedema bertekekî mezin. Tê gotin ku di karîkatûrê de Hezretî Muhammed û Hezretî Musa hatine teswîrkirin, ji teref Serdozgerîya Komarîya Stenbolê ve derheqê karîkatûrê de serbixwe tehqîqat hat destpêkirin.

Serdozger, derheqê kovarê de ji ber sûcên “nizmkirina nirxên dînî ya bi zelalî” û “tehrîqkirin û nizmkirina gel a ji kîn û dijmintîyê re” dest bi tevgerê kir. Di çarçoveya tehqîqatê de, Derhênerê Weşana Giştî ya Kovara Lemanê, Midûrê Karên Nivîsê yê Mesul û xwedîyê karîkaturê hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin