Ji Neteweyên Yekbûyî şerta wîzê: Qanûna micadeleya bi terorê re nerm bike

Wezîrên karên derve yên Neteweyên Yekbûyî yên ku beşdarî civîna Wezîrên Karên Derve yên Xeyrîfermî yên Neteweyên Yekbûyî bûn bo serbesbûna wîzê ji Tirkîyê nermkirina qanûna micadeleya bi terorê re kirin.

Di civîna ku li Sofyaya paytexta Bulgaristanê hat kirin de serbestîya wîzê ya ku dê bo Tirkîyê bê tetbîqkirin hat gotûbêjkirin û di encama nirxandinê de bo serbestbûna wîzê ji Tirkîyê nermkirina qanûna micadeleya bi terorê hat xwestin.

Didier Reyndersê Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê derbarê mijarê de diyar kir ger Tirkîye di vî warî de li gor nirxên Neteweyên Yekbûyî hereket bike ew ê di warî serbestîyê wîzê de pêşveçûn zûtir çêbibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe