41 Parlemênterên Ewrûpayê ji ber rejîma sîyonîst li Xezze û Şerîaya Rojava heqên însanan îxlal dike daxwaz kirin ku Yekîtiya Ewrûpayê bi rejîma sîyonîst re lihevkirina şerîktiyê bi dawî bike û mueyîdeyan bide ser cîhûyên hatine bi cîhkirin.
Parlementeran destnîşan kirin Yekîtiya Ewrûpaya ku bi rejîma sîyonîst re têkiliyên tîcariyên birêve dibe û lihevkirinan qut bike. Rejîma sîyonîst li Xezze û Şerîaya Rojava hiqûqa navneteweyî bi eşkere îxlal dike.
Parlementerên Ewrûpayê nameyek nivîsandin û wiha îfade kirin, “Ji 7ê meha cotmeha sala 2023an vir ve li Şerîaya Rojava ji hezarî zêdetir Filistînî hatine qetilkirin û ji 7 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûne. Li Xezzeyê jî ji ber alîkarî têne astengkirin xela çêdibe û bû sebeba can dayîna 60 hezar Filistînîyan.”
Parlementeran daxwaz kirin ku li dijî çeteyên Cîhûyên ku li axên Filistînê şîddetê tetbîq dikin qedexeya seyhatê bîne, dest bide ser malên wan û hemwelatitiya wan du dewletê bê betal kirin.
Parlementeran ragihand ku van êrîşan ji teref rejîma îşxalker ve tên kirin û tê teşwîq kirin.
Parlementeran gotin, van tiştên pêk tên şîdeta sîstematîka bi desteka dewletê tê kirin. Yekîtiya Ewrûpayê hewceye xwedî li nirxên xwe û hiqûqa navneteweyî derbikeve. (ÎLKHA)