Ji qerara Mahkemeya Makeqanûnê re bertek hat nîşandan

Ji ber ku Mehkemeya Makekqanûnê derbarê Şahîn Alpay û Mehmet Altanê ku ji FETO hatine girtin de qerara tahlîyê da siyasetmedar û rojnameger ji rewşê re bertek nîşan dan.

Doh Mehkemeya Makeqanûnê derbarê derbarê Şahîn Alpay û Mehmet Altanê ku ji FETO hatine girtin de qerara tahlîyê da. Ji ber ku Mehkemeya Makekqanûnê derbarê Şahîn Alpay û Mehmet Altanê ku ji FETO hatine girtin de qerara tahlîyê da siyasetmedar û rojnameger ji rewşê re bertek nîşan dan.

Hinek bertekên ku ji qerarê hatine nîşandan wisa ye:

Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag:  Wezîfe Mehkemeya Makeqanûnê ne li gor makeqanûnê û yasayan hereketkirin e ne guherandina têgihiştinan e.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Cemal Çoban: Mehkemeya Makeqanûnê ya ku serîlêdanên ferdî ya mexdûrên 28ê Sibatê red kir piştî bersûcên Ergenekon û Balyozê dest bi tahlîyekirina bersûcên FETO kir. Ew edaleta ku bo hemû kesan tê şuxilandin bo kesên dîndar kerr û lal û kor e.”

Rojnamevan Halîme Kokce:  Ev kesên ku mehkeme derheqê wan de qerara tahlîyê daye haya wan ji darbê hebû, nivîsên ku ji darbê amadehî dikirin dinivîsandin.

Rojnamevan Yakup Kose: Şahîn Alpay: Ew kesên ku ji Fethullah Gulen re dibêjin terorîst dê hisabê bidin. Mehmet Altan: Erdogan dibe ku berîya hilbijartinê jî biçe. Ahmet Altan: Li dijî Erdogan rêya darbê vebûye. Bo du kesên ku teredarên darbê bûn tahlîye… Qehremanên 28ê Sibatê di hundir de ne û kesên Ergenekonvan, Balyozvan Gezîvan ji girtîgehê derxistin û niha jî FETOyîstan derdixin. Hevalno êdî ez nizanim çi bibêjim.

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin