Ji qetlîamên îşxalkeran a li dijî sîvîlan re ji Tûgayên Qessam ve bersiv: Esqelan bi fuzeyan hat hedefgirtin

Tûgayên Îzzeddîn el- Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê, daxuyand ku ew ji bo bersiva ji qetlîamên rejima îşxalker ên li djiî sîvîlan, herêma Eskalana îşxalkirî bi fuzeyan hedef girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em ji bo ku qetlîamên sîyonîstan a li ser sîvîlan bersivê bidin ji Esqelanê re roketan avêt.”

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref artêşa îşxalker ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji ber fuzeyên ku ji Esqelanê re hatine avêtin sîren hatine lêketin û roket jî ji hewayê hatine îmhekirin.

Artêşa îşxalê agirbesta ku di 19ê Çileyê de ketîbû merîyetê di şeva 18ê Adarê de îxlal kiribû û li dijî sîvîlan êrşên dijdar da destpêkirin.

Di êrîşên ku hatin kirin de piranîya wan zarok û pîrek nêzê 600 Filistînî şehîd bûn, nêzê 1000 Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê