Ji rayedarên HAMASê Zuhrî: Em ji dayîna hemû bedêlan re amadene çîmkî Quds vêya heq dike

Ji rayedarên HAMASê Samî Ebû Zuhrî, derheqê şehîdkirina Îsmaîl Henîyye de weha got, “Em ji dayîna hemû bedêlan re amadene çîmkî Quds vêya heq dike û xwîna serokan di rêza ewil de ne.”

Zûhrî, di daxuyanîya ku ji El-Cezîreyê re da de, şehadeta Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye de nirxandinan kir.

Zuhrî îfade kir ku rejîma îşxalker ji bona ku serê neserfirazîya xwe ya li Xezzeyê bigre hemû rêyan diceribûne û dûre Zuhrî weha got:

“Îşxal, ew ê îrade û berxwedana xelkê me neşkîne û HAMAS ji her demî qewettir e.

Sekina Rojava û Emrîqayê ji bo berdewamkirina sûcên îşxalê ji xwe re beheneyan çêdike.

Divê îşxal, bizanibe ku ew êdî bi însanên bi şeref ên ummetê re di nav herbê de ye.

Em ji dayîna hemû bedêlan re amadene çîmkî Quds vêya heq dike û xwîna serokan di rêza ewil de ne.

Îşxal, ew ê îrada me neşkîne û HAMAS fikrekî ye û fikir namire.

Îşxala tirsonek, ew ê negihêje hedefên xwe û em ê wî ji axên xwe û cîhên xwe yên pîroz derxin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno