Ji rejîm Sûrîyeyê lîsteyeke “fînansmana terorê” ku jê re bertek tê nîşandan: HUDA PAR jî di lîsteyê de ye!

Komîteya Micadeleya bi Fînansmana Terorê û Pereyên Neqanûnî ya rejîma Sûrîyê, lîsteyek parve kir û di wê lîsteyê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, HUDA PAR û hinek sazîyên alîkarîyê yên li Tirkîyeyê jî hene, ev lîste bû sedema bertekan.

Hat îfadekirin ku di lîsteyê de Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî heye.

Di lîsteyê de bi tevî navê HUDA PARê navê Umut-Der, ÎHH, Ozgur-Der, Komeleya Sadakataşê jî hene.

Di lîsteyê de 597 şexis û 105 blok ji sûcên “teror û pereyên neqanûnî fînanse dikin” de hene.

Hat îfadekirin ku di lîsteyê de, Bahreyn, Erebistana Sûidî, Emîrtîya Erebên, Qeter, Libnan, Misir, Cezayîr, Mexrîb, Iraq, Morîtanya, Lîbya, Fîlîstîn, Sudan, Pakistan, Endonezya, Senegal, Tirkîye, Erître, Nîjerya, Fransa, Srî Lanka, Tayland, Kenya, Nepal, Benîn, Spanya, Elmanya û Emrîqa jî di nav lîsteyê de ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno