Ji Şaredarîya Stenbolê ya CHPê re operasyona bêrêtîyê: Ekrem Îmamoglu hat binçavkirin

Derheqê Ekrem Îmamoglu, şêwirmendê çapemenîyê Murat Ongan û gelek mirovan de, di çarçoveya tehqîqata ku li dijî Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyî de, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê re operasyon hat lidarxistin.

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ve hat tertîpkirin de, derheqê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem îmamoglu, Şêwirmendê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Ongan, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat, Serokê Şaredarîya Beylîkduzuyê Murat Çalik, Serokê Şaredarîya Şîşlîyê Resul Emrah Şahan, Serokê Enstîtûya Reformê Mehmet Alî Çalişkan û 100 mirovên dinê de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya Îhaleyên Şîrketa Medya, lihevkirina bajaran û tehqîqata terorê de hatîye lidarxistin.

Derheqê mirovên ku ji wan re biryara binçavkirinê hatîye dayîn de rojnameger û karsaz jî hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar