Ji sekretertîya Yekgirtû re dîsa Selahaddîn Bahaeddîn hat bijartin

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), di Kongreya Asayî ya 9emîn de Sekreterê Giştî yê Partîyê Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn ji nû ve bû serok.

Kongreya Asayî ya 9emîn, li Hewlêrê bi beşdarbûna ji 800î zêdetir nûneran hat tertîpkirin.

Di kongreyê de ji bo sekretertîya partîyê namzedek tenê hebû û ew jî Selahaddîn Bahaeddîn bû.

Berdevkê Kongreya 9emîn a Partîyê Hoşyar Abdullah, got ku Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn ji wezîfeya sekretertîyê re ji nû ve bû namzed û hat bijartin.

Li gorî rêznameya navxweyî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê serokekî ku 2 caran li ser hev ji partîyê re sekretertîyê kiribe nikare cara 3yemîn bê bijartin. Ji ber vê yekê di kongreya 9emîn a ku hatibû tertîpkirin de di rêznameya navxweyî de jî guhertin hat kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno