Ji Serokatiya Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê banga dersên bijarte: Werin em xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin

Serokê Navçeya Çinarê yê HÜDA PARê Ezîz Tekdal, derbarê dersên zimanê dayikê yên ku li dibistanên navîn wekî dersên bijarte tên dayîn de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku parastina ziman, ji bo domandina hebûna neteweyekê girîngiyeke jiyanî nîşan dide.

Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê Ezîz Tekdal, bi taybetî bang kir ku dersên Kurmancî û Zazakî werin hilbijartin û diyar kir ku divê li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê helwestek were girtin.

Tekdal destnîşan kir ku civakên ku zimanê xwe nadin jiyandin, bi demê re mehkûmî tunebûnê ne û wiha got: 'Bêyî ku em zimanê xwe bidin jiyandin, em nikarin bi ewlehî li pêşerojê binerin. Zimanên me yên ku dewlemendiya erdnîgariya me ne, ji ber qedexeyên ku di dema xwe de li gorî polîtîkayên asîmîlasyonê hatine kirin, îro di nava beşek Kurdan de jî êdî nayên axaftin. Parastina zimanên me ku ayetên Xwedê ne, ji bo me ferz e. Ji bo vê yekê, divê em li malên xwe; bi malbat, xizm û dostên xwe re û li cihên karê xwe bi zimanê xwe biaxivin da ku nifşên me yên paşerojê zimanê dayikê ji bîr nekin.'

Tekdal diyar kir ku civakên zimanê xwe ji bîr dikin, dê piştî çend nifşan nasnameya xwe jî bi temamî winda bikin û wiha berdewam kir: 'Asîmîlasyon zilm û neheqiyeke wisa ye ku Xwedê jê razî nabe û di çanda qedîm a erdnîgariya me de cih nagire. Misilman nabe piştgirê vê zulmê û nabe li hemberî zulmê bêdeng bimîne. Cihêrengiya zimanên me û xwedîbûna her zimanekî li ser hemû mafên xwe bi awayekî azad, ji bo tu rêveberiyeke rewa û adil nabe gef. Berevajî vê, sûdwergirtina her zimanî ji hemû mafan bi awayekî azad; dibe wesîleya naskirin û lihevkirinê û dibe tîraja yekîtiyeke adil û wekhev.

Ezîz Tekdal diyar kir ku wekî HUDA PARê ew polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê bi zimanekî tund red dikin û wiha got:

'Em hemû polîtîkayên înkarê red dikin. Em tu asîmîlasyona etnîkî û çandî ya ku tê xwestin li ser gelê me bê sepandin, qet qebûl nakin. Em ne înkara ziman û rengê xwe, ne jî înkara nirxên xwe yên dînî qebûl dikin. Em ê hem xwedî li dînê xwe, hem jî xwedî li zimanê xwe derkevin.'

Tekdal destnîşan kir ku her çend dersa Kurdî ya li dibistanên navîn tê dayîn têrê neke jî dîsa girîng e û wiha berdewam kir: 'Hilbijartina dersên Kurmancî û Zazakî ji bo zarokên me derfeteke girîng e ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibin. Em bang li dê û bavên ku zarokên wan li dibistanên navîn in dikin ku ji bo hilbijartina dersên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) serî li îdareyên dibistanan bidin û daxwaznameyên xwe bidin. Her wiha em pêşniyar dikin ku ji bo dersên Jiyana Pêxemberê Me, Agahiyên Dînî yên Bingehîn û Qur’ana Pîroz ên ku li dibistanên navîn û lîseyan wekî dersên bijarte tên dayîn jî daxwaznameyan bidin. Bi vî awayî bila zarokên me hem zimanê xwe hem jî dînê xwe hîn bibin.'

Serokê Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Ezîz Tekdal bi bîr xist ku dema hilbijartina dersên bijarte di 20ê Sibata 2026an de bi dawî dibe û bang kir: 'Werin em bi hev re xwedî li zimanê xwe û baweriya xwe derkevin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêr û jin canê xwe ji dest dan
Ji bo Nîmet Kiliç xebatên lêgerînê berdewam dikin
Li Êlihê şeva Beraetê hat pîrozkirin
Hêzên ewlehîya hindûrîn a Sûrîyeyê li Hesekeyê cîhên xwe girtin
Ger gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, biratiya me dê xurttir bibe