ji Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê Gülsever Banga Rêya Pîran-Egilê

Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abidin Gülsever, بهمra Serokê Navçeya Egilê Zeki Yıldırım û Serokê Navçeya Pîranê Ali Göçtürk, li çerxerêya rêya Pîran-Egilê daxuyanî dan û xwestin ku xebata çêkirina rê di wextê herî nêz de were qedandin.

Gülsever anî ziman ku rêya nîvco mayî hem xelkê herêmê mexdûr dike hem jî zirarê dide navçeya Egilê ku ji aliyê tûrîzmê ve xwedî potansiyeleke giring e.

“Di 11 kîlometreyên rêya 36 kîlometreyî de xebat hatine sekinandin”

Gülsever ê ku li ser rêya Pîran-Egilê daxuyanî da, bi bîr xist ku projeya rê di sala 2017an de hatiye îhalekirin û van gotinan bi lêv kir:

“Nuqteya ku em lê ne rêya Egil û Pîranê ye. Ev rê, rêyeke wisa ye ku di sala 2017an de îhaleya wê hatiye kirin. Ji rêya ku bi giştî 36 kîlometre ye, 25 kîlometre hatine çêkirin, lê di beşa 11 kîlometreyî ya mayî de xebat hatine sekinandin. Tevî ku bi caran îhale hatine kirin jî, îhale hatine betalkirin û ev pirsgirêk bi salan e berdewam dike.”

“Egil, ji aliyê tûrîzma bawerî û xwezayê ve navendeke giring e”

Gülsever bal kişand ser ku Egil ji bo herêmê navendeke giring a tûrîzmê ye û got ku nexasim ji aliyê tûrîzma baweriyê ve potansiyeleke mezin a bajêr heye.

“Egila me; bajarekî giring e ku ji tûrîzma bawerî, çand û xwezayê re vekirî ye. Li gorî daneyên fermî, di mehên havînê de nêzî 500 hezar wesayît ketine navçeyê. Ev rewş nîşan dide ku navçeya me ji aliyê tûrîzmê ve çi qas giring e. Nexasim di çarçoveya tûrîzma baweriyê de, hebûna gorên pêxamberan li vir, herêmê hîn giringtir dike.”

“Ev rê çima bi salan e nayê temamkirin?”

Gülsever diyar kir ku welatî bi salan e heman pirsgirêkê tînin ziman, bang li rayedaran kir û wiha got:

“Welatiyên me dipirsin ku ji sala 2017an vir ve ev rêya 11 kîlometreyî çima nayê temamkirin. Rê çima kêm tê hîştin, îhale çima her tim tên betalkirin? Di bin vî tiştî de çi heye, em dixwazin vê hîn bibin.”

“Qeze diqewimin, divê rê di wextê herî nêz de were temamkirin”

Gülsever di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qezayên bi mirin ku li vê çerxerêyê (kavşak) pêk hatine û diyar kir ku temamkirina rê êdî bûye neçarî.

“Li vê çerxerêya ku em niha lê ne, qezayên ku bi mirinê encam dane qewimîne. Ji ber vê yekê em dibêjin; divê ev rê di wextê herî nêz de were temamkirin, hem mexdûriyeta welatiyên me were çareserkirin hem jî ev rêgeha (güzergâh) giring a ku dê tevkariyê bide tûrîzma baweriyê, bikeve xizmetê.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çermik de Fuarê Kitaban ê Çermiki uyê 6. vıraziya
Heke Ummet li gora Sûnetullahê tevnegere, dê kufr li ser me bibe hukimran
Li Nisêbînê husumeta 13 salan a di navbera du malbatan de bi dawî bû
Kesek mir, 2 kes jî birîn
Zafêrî 20 hezar heywanî sevk kerdene