Ji Serokê Navçeya Surê yê HÜDA PARê Medeni Akgül ji bo Taxa Palûkê banga pira ser rê û lîseyê

Serokê Navçeya Surê yê HÜDA PARê Medeni Akgül daxwaza gel a pira serpiyada û lîseyê ya li Taxa Palûkê navçeya navendî ya Sur a Diyarbakırê anî rojevê.

Rêya Amed-Mêrdînê ku Taxa Palûkê ya ser bi navçeya navendî ya Sur a Amedê hema bêje dike du beş, nexasim ji bo xwendekaran xetereyên mezin dihewîne. Xwendekarên dibistanê ku her roj ji bo derbasbûna aliyê din rêya Amed-Mêrdînê bi kar tînin bi mirinê re rû bi rû dimînin; li taxa ku lîse tê de tune ye jî çilya xwendekarên ku ortaokulê diqedînin di riya çûyîn û hatina navçeya navendî de berdewam dike.

Serokê Navçeya Surê yê HÜDA PARê Medeni Akgül ku pirsgirêk û daxwazên navborî girt rojeva xwe, diyar kir ku ji bo di sala nû ya perwerde û hînkirinê de xwendekar bi ewlehî biçin dibistanên xwe û werin, li ser Rêya Amed-Mêrdînê çêkirina pira serpiyada (pira serê) bûye tiştekî neçarî. Akgül anî ziman ku di taxeke nêzîkî 16 hezar nifûsa wê de nebûna lîseyê kêmasiyeke mezin e û bang li meqamên têkildar kir.

"Ev zarok bala xwe bidin ser perwerdehiyê an li ser wê yekê ku bê qeza û belav derbasî aliyê din bibin?"

Akgül got: "Em li Taxa Palûkê ya navçeya Sur a Amedê ne. Li hemberê Dibistana Seretayî ya Palûkê heye, piranîya xwendekaran jî li aliyê din ê rê dimînin. Ev xwendekar her roj bi malbatên xwe re bi mirinê re rû bi rû dimînin. Ev xwendekar daxwaz dikin ku an pira binî an jî pira serî bê çêkirin. Her wiha daxwaza xelkê taxê ew e ku li vir lîseyek hebe. Çünki xwendekarên li vir hemû diçin Amedê. Yani li Taxa Çarıklıyê ku beldeyeke kevn e û nêzîkî 16 hezar nifûsa wê heye, lîse tune ye. Ji bo wê divê dest bavêjin mijarên perwerdehiyê û çareseriyeke ku ewlehiya zarokan bide çêkirin bê dîtin."

Akgül di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Malbat serê sibê heta ku zarokên xwe derbasî aliyê din dikin bi mirinê re rû bi rû dimînin. Wekî tê zanîn li vir trafîkek gelekî zêde ya wesayîtan heye. Wesayîtên li vir bi leza 80-90 kîlometreyî diçin. Nitekim berê gelek caran qeza çêbûn. Çûyîn û hatina zarokan a ji bo dibistanê gelekî bi xetere ye. Ev zarok bala xwe bidin ser perwerdehiyê an li ser wê yekê ku bê qeza û belav derbasî aliyê din bibin? Bila rayedar jî vê yekê bifikirin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Nisêbîn de tankerê asfaltî girt avel
Li Entabê, bi sedan keçên ciwan ketin hicabê
Li Xarpêtê di mezinahîya 3,6an de erdhej
Mirovên ku li Batmanê hatibûn kuştin hatin definkirin
Hejmara miriyan gihîşt 4an